Rusya Mîna 'Nan û Penîr' Çek Difiroşe!

Serokê Dewleta Rusyayê Putîn daxuyand ku di derfirotina çek de rekor şikandine.

2012-07-03 10:44:32
Putîn bilêvkir ku di derfirotina çek de, serê nîv sala 2012ê ya ewîl de gihîştine reqema 6,5 milyar dolerî.

Pêşengê Rusyayê di civîna komîsyona Endûstriya Leşkerî de axîvî û got: "derfirotina çekan a Rusyayê 6,5 milyar dolaran derbasbû.Li gor nîv sala par ya ewilî ji sedî 14an zêdebûye."
Ji aliyê derfirotina çekê de Moskova li Dinyayê di rêza duyemîn de ye. Ji 55 dewletan re çek difiroşe. dewletên ji wê çek dikirin serî, Suriye, Çîn, Hîndîstan, Malezya, Venezûella ye. Moskova plandike ku di sala 2013ê de derfirotinê bigihîjine 13,5 dolaran.

(CÎHAN)