Erdogan duhî bi du awayan qedrê Leyla Zanayê girt

Leyla Zanayê got ew Tirkiyeya ko di dema xwe de kariye cezayê îdamê rake dikare hebsa malê jî ji bo rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan qebûl bike û got divêt ”prosesa Osloyê” ya hevdîtinên di nêvbera MIT-ê û PKK-ê de cardî destpê bike.

2012-07-03 10:48:56
Parlamentera Diyarbekirê ya serbixwe Leyla Zanayê îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di preskonferansekê de behsa hevdîtina xwe û serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û got wê ji Erdogan re behsa mizakereyeka berdewam, perwerdeya bi zimanê kurdî û hebsa malê ji bo rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan kir.

Ji bo çareserkirina doza kurdan Leyla Zanayê got wê ji Erdogan re behsa mafên kolektîv yên kurdan wekî ”gelekî” kir û got hêdî dema gotinê derbas bûye û divêt di pratîkê de gavên cidî û semîmî bên avêtin û got:

— Avêtina wan gavan jî bi beşdarkirina hemî aliyan di prosesê de û pêkanîna atmosfereka aştiyê ya berdewam mimkin e.

Leyla Zanayê got ew Tirkiyeya ko di dema xwe de kariye cezayê îdamê rake dikare hebsa malê jî ji bo rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan qebûl bike û got divêt ”prosesa Osloyê” ya hevdîtinên di nêvbera MIT-ê û PKK-ê de cardî destpê bike.

Di heqê perwerdeya zimanê zikmakî de jî Leyla Zanayê got:

— Min got li dinyayê ti gel zimanê xwe yê zikmakî bi dana pereyan fêr nabe û min israr li ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî kir.

Di heqê îhtimala ko PKK sîlehan dane de jî Leyla Zanayê got:

— Birînên me vekirî ne û xwîn jê têt, lewra daxwazên ko ne realîst bin dê neyên qebûl kirin. Daxaza [dewletê] ko dibêje ”sîlehan danin û operasyon dê rawestin” ne daxwazeka realîst e. Min nemaze behsa vê yekê kir.

Leyla Zanayê got ji dewletan re ne kêmasî ye ko daxwaza lêborînê ji hemwelatiyên xwe bike û got divêt Tirkiye ji bo qetliama Robozkê daxwaza lêborînê ji kesûkarên kuştiyan bike.

Leyla Zanayê got serokwezîr Erdogan bi bêhfirehî guhdariya wê kir û gotinên Erdogan yên di civîna herduyan û piştî civînê de jî nîşan didin ko ew semîmî ye û dixwaze bi diyalogê pirsê çareser bike. (nefel)