Dadgeheke Tirkiyê 2 sal ceza da hunermendekî

Hunermendê kurd Ferhat Tun bi îdiaya ku di axaftineke xwe de propagandaya rêxistina MLKPê kiriye, rastî 2 sal ceza hat.

2012-06-27 17:24:08
Bi îdiaya ku hunermend Ferhat Tunc li Dêrsimê di axaftineke xwe de proptandaya rêxistinekî derveyî yasayî kiriye, derbarê wî de doz hatibû vekirin.

Îro Tunc ligel şandekê çû dadgeha Meletiyê û parêzerê wî jî beşdarî rûniştinê bû. Piştî xwendina mûtalaayê, Tunc parastina xwe ya dawî kir û tometên derbarê xwe de red kir. Tunç daxwaza beraeta xwe kir.

Dadgehê bi îdiaya ku Tunç propagandaya MLKPê kiriye, 2 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Dema Ferhat Tunç ji dadgehê derket derbarê cezayê lê hatî birîn de diyar kir ku dema axaftina behsa wê tê kirin, kirî namzet bû û got: “Rêxistina MLKP a ku ez bi propagandakirina wê têm sûcdarkirin, hilbijartin boykot kiribû. Ger li herêma ku ez ketime hilbijartinê boykot neban, niha ez li parlamentoyê bûm. Çawa çêdibe ez bi propagandaya rêxistine ku boykotkirî, bêm tometbarkirin.”

Tunç diyar kir ku ew bi biryara dadgehê ecêbmayî bûye û wê rêya temyîzê bişopîne.

Parêzerê Tunç, Ercan Kanar jî diyar kir ku ger cezayê li mûwekîlê min hatî birîn bê erêkirin, wê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bide.