Xwîna serê Hillary Clintonê pengiya

Di destpêka vê mehê de mejiyê wezîra derve ya Emerîkayê Hillary Clintonê (65) hejiya û ji wê demê ve têt tedawî kirin.

2013-01-01 14:47:55
Di destpêka vê mehê de mejiyê wezîra derve ya Emerîkayê Hillary Clintonê (65) hejiya û ji wê demê ve têt tedawî kirin. Li gor Wezareta derve ya Emerîkayê îro ji ber pengiyana xwînê di demarên mejiyê wê de ew birin nexweşxaneyê û dê 48 seetan di bin kontrolê de be.

Di van 48 seetan de doktor dê dermanên xwînrohnkirinê yanî xwîntenikkirinê bidin Hillary Clintonê bi hêviya ko xwîna wê baştir bikare di demaran de biherike û li ti pengavan asê nebe.

Serokê Emerîkayê Barack Obama berî hefteyekê senator John Kerry ji bo wezîrtiya derve ya Emerîkayê wekî namzed nîşan da. Jixwe berê jî Hillary Clintonê gotibû ko ew dixwaze piştî jinûvehilbijartina Obama wekî serokê Emerîkayê dest ji wezîrtiya derve berde.(Nefel)