Em nasnameya mezlûman û mexdûran pirs nakin

Alîkarê Serokwezîr Akdogan got: 'Em nasnameya mezlûman û mexdûran pirs nakin. Em nikarin bipirsin ku ew ji kîjan eslê û mezhebê ne.'

2014-11-05 02:58:01
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan li Kemera navçeya Antalyayê beşdarî 'Bernameya Perwerdeya Medyayê ya Navneteweyî ya 2014an' bû û li wir axivî.
Akdogan got ku ew kêfxweşin ku ji 38 welatan 165 beşdarvanan re mêvandariyê dikin û behsa penaberên sûrî kir.

- "Me deriyê xwe ji milyon û nîvek sûrî re vekir"

Akdogan got ku Tirkiye alîkariya gelek welatan dike û wiha axivî:

"Piştî tsûnamiyê Tirkiyeyê alîkarî bir Endonezya, Maldivan û Filîpinê. Dema alîkarî gihîşte wan komên alîkariyê yên tirkan bi gotina 'Hûn bi xêr hatin nevîyên osmaniyan' ve hatin pêşwazîkirin. Em wek neviyên osmaniyan bêyî berjewendiyan û fikaran divê alîkariya wan bikin. Ev berpirsyariyeke dîrokî, wîcdanî û mirovî ye."

Akdogan axaftina xwe wiha domand: "Ji ber vê tevgera biehlaq, Tirkiye li herêmê xurt dibe. Li Rojhilata Navîn, li Balkanan, li Kafkasyayê. Me deriyên welatê xwe û dilê xwe ji milyon û nîvek sûrî re vekir. Welatên ku 10 penaberan qebûl bikin bi rojan hesab û kitêban dikin û aqil didin Tirkiyeyê.Tirkiyeyê 5 milyar dolar xerc kir. Hin kes Tirkiyeyê rexne dikin û dibêjin 'Hûn çima derfetên welatê xwe ji gelên welatên din re xerc dikin."

Akdogan got ku ji bo tevgereke biehlaq ew mecburin ku alîkariya her kesî bikin û wiha axivî:

"Ew van alîkariyan û meneya vê fêm nakin. Tevgera biehlaq, biwîcdan û mirovahî çiye fêm nakin û ji ber vê hin caran rexne dikin. Heke em vê nekin em nikarin bi wê şermê ve bijîn. Em nasnameya mezlûman û mexdûran pirs nakin. Em nikarin bipirsin ku ew ji kîjan eslê û mezhebê ne, em nikarin wisa tevbigerin. Me erebên ji Sûriyeyê hatin re deriyê xwe vekir, me tirkmenan û kurdan re jî deriyên xwe vekir. Em mecburin wiha tevbigerin û em li hember vê tiştekî ji wan hêvî nakin."