Qamişlo ji bo “Sûriyeke demokratîk” dimeşe

Tê çaverêkirin ku sibe înê li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê xwenîşandaneke mezin bê li darxistin, nemaze ku Desteya Kurd a Bilind bangewaziya vê xwenîşandanê kiriye û navê wê kiriye “Ber bi Sûrî yek demokratîk ji bo me hemûyan.”

2012-08-23 13:05:30
Biryar e xwenîşandana hevbeş di navbera Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ê de di saet 5.30ê êvarê de li pêşberî mizgefta Qasimo dest pê bike û heta xaçeriya Qermûtî bimeşe.

Piştî damezrandina Desteya Kurd a Bilind ku ji EGRK û ENKSê pêk tê, li Qamişlo xwenîşandanên girseyî û mezin tên sazkirin.

Desteya Kurd a Bilind wek rêxistina kurdî ya herî berfireh li rojavayê Kurdistanê tê hejmartin û piştî Peymana Hewlêrê di navbera EGRK û ENKSê de hat damezrandin. Desteya bilind ji 10 endaman pêk tê ku 5 ji wan girêdayî EGRK û 5 girêdayî ENKSê ne.