Gul li ser bircên Diyarbekirê gera

Serok Komarê Tirkiye yê Abdullah Gul li ser Bedenên Dîroka Diyarbekirê daxuyand ku Bedenên Diyarbekirê weka Muzeye vekiriye û ji vir şûnde Bedenên Diyarbekirê di bin kontrola Serokkomariyê de ye.

2010-12-31 18:45:51

Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gul di Hotela Dedemanê de bi nûnerê rêxistinên sîvîl û rojnamevanê re hatin cem hev. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû.

Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gul pişt re li Qesra Erdebilê ( gazi koşki ) lêkolînek kir. Di serlêdana Abdullah Gulê de Parlamanterê Diyarbekirê û Wezîrê Çandinî û Karên Gund yê Mehdî Eker û Sekreterê Serok Komarê Tirk Mustafa İsen jî amade bûn.

Gul û heyeta wî li şaneşîna Qesra Erdebîlê nêzîkî seatek qise kirin. Di vê navberê de hûnermendên mahallî jî ji bo wan stranan distrendin.

Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gul piştî gera Birca Bizina daxuyaniyekî da û got : Bedenên Diyarbekirê weka muzeyek vekiriye.

Gul di wexta gera xwe de da zanîn ku tarîxek dewlemend ya Diyarbekirê heye û ji vê rojê şunde Bedenên Diyarbekirê jî weka Axlatê di bin kontrola Serokkomariyê de ye. Piştî gotina Gul Şaredarê Bajarê Mezin yê Osman Baydemîr kêyfxweşiya xwe anî zimên û gotinên Gulê çepikand.

Gul  wiha berdewam kir : Di heman demê de weka berhemên dîroka ya Stenbolê divê bedenên Diyarbekirê jî di mîrata çand ya UNESCO’yê de cih bigire û ji bo amadekariyê jî talîmat hate dayîn. Ji ber vê yekê divê berhemên dîrokî bi awayekî serkeftî bêne parastin û ji bo dinyayê bidine nasandin. Ez bawer dikim ku çendin dîtina bedenên Diyarbekirê zêde bibe ew qas jî bala turîstan kaş bike.

Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gul diwatir li ser Kelayê Diyarbekirê û li ser xebatên restorasyona Mizgefa Hezret Silêmanê lêgerînên xwe domand. Gul nimêja înê jî li Mizgefta Nebiyê kir.