‘Di destê me de belge hene ku Herêma Kurdistanê çekên giran kirîne’

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî diyar kir ku ew hêza pêşmergeyan wekî beşek ji sîstema parastina Iraqê nabînin, lewra em amade nîne ku bi çek û budceyê piştgiriya wan bikin.

2013-01-01 14:45:46
Malikî destnîşan kir ku zanyarî û belge di destê wan de hene ku Herêma Kurdistanê çekên ji welatan kirîne û bêyî ku navê ti welatekî bêne.

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di hevpyevînek ligel televizyona El-Sumeriye ya Iraqê hat weşandin, diyar kir ku proseya siyasî ya Iraqê xetimiye û wiha got: “Vaye parlamento nikare tiştekê bike.” Malikî diyar kir li pêşiya Iraqê tenê 4 rê hene, ev jî ji aliyên siyasî re gotiye yan jî wê şerê mezhebî çêbibe. Yan wê Iraq parçe bibe, yan hilbijartinek pêşwext bê kirin an jî vegera ser mêzeyê guftûgoyan.

Arteşa Iraqê dikare biçe Hewlêr û Selahedîn

Malikî di wê hevpeyvînê de behsa egera şerê navbera Herêma Kurdistan û Iraqê kir. Malikî bilêv kir ku pirsgirêka me ne ligel Hewlêrê ye, belkî ligel Kurdistanê ye. Navbirî eşkere kir ku roja çarşemê (02.01.2012) şandeke Iraqê wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li navçeyên cihê nakokiyan serdana Herêma Kurdistanê bike û wiha pêdeçû: “Me nivîsek heye ku ligel rêkeftina 2009’an digunce, lê diyare kurdan nivîsekî din heye. Em ji bilî rêkeftina 2009’an ti tiştekî din napejirînin.” Li gor wê rêkeftinê wê 6 xalên kontrolê yên hevbeş li navçeyên Kerkûkê bên danîn.

Navçeyên nakokî li ser nayê wateya di destê pêmergeyan de be

Serokwezîrê Iraqê behsa maddeya 140 kir û wiha got: “Navçeyên cihê nakokiyan wekî di destûrê de behsa wan hatî kirin û wekî meha borî biwêja ‘Navçeyên aloz’ hat bikaranîn.” Malikî got: “Dema dibêjin navçeyekî nakokî li ser e, nayê wê wateyê ku di destê pêmergeyan de be.”

Nûrî Malikî behsa civîna dawî ya ligel serokomarê Iraqê Celal Talabanî kir. Malikî red kir ku alozî û gotinên dijwar di navbera wan de rûdabin. Malikî destnîşan kir ku bi awayekî giştî behsa pirsgirêkên navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê kirine û neçûne di nava hurîtiyên pirsgirêkan de.

Serokwezîrê Iraqê behsa pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê kir û sûrbûna xwe li ser mana fermandeya operasyonên Dîcle dûbare kir û got: “Kesên li dijî wê fermandariyê ne bi awayekî pir eşkere destûr binpêkirine û dema dixwazin qeyd û bendan li ser tevgerên artêşa danin. Mafê artêşa federalî heye ku ji Besra heta Zaxo bi keyfa dilê xwe tevbigere...”

Em naxwazin şer ligel gelê kurd bikin

Malikî gotinên parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi nedestûrî bi nav kir ku gotibû, “Em rê nadin hêzên fermandeya Dîce biçin nav bajarê Kerkûkê.” Di vê derbarê de wiha got: “Mafê artêşa Iraqê heye ku biçe Kerkûkê ku bajarekî Iraqiye. Dikare biçe Hewlêr û Selahedînê jî. Lê ligel vê yekê jî em naxwazin şer ligel gelê kurd bikin. Em hêvîdarin ku aliyê kurdî şaşitiya şerkirinê ligel artêşa Iraqê nekin. Em dest bi şer nakin.” Malikî bilêv kir ku dema dibêjin, navçeyê nakokî li ser nayê wê wateyê ku di destê pêşmergeyan de bin.

Malikî li ser pirsa ‘Gelo hûn hêza pêşmergeyan beşek ji parastina Iraqê dibînin?’ wiha got: “Nexêr, bi ti awayî. Lewra dema dibêjin, pereyê pêşmergeyan bidin, di rastiya xwe de destûr rê nade vê yekê. Ligel vê yekê jî em amadene piştgiriya darayî bikin bi çek û pêdiviyan, bi şertê ku milkê wezareta parastina Iraqê bin. Belê em xercê wê hêzê bikêşin û me mafê wê yekê nebe ku pêşmergeyekê bêxin tevgerê, em vê yekê nakin.” Malikî destnîşan kir ku bi wî şertî budce û pêdiviyan didin pêşmergeyan ku di bin fermana fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê de (Ango di bin fermana Malikî de) bin.

Me zanyarî û belge me jî hene ku Herêma Kurdistanê çekên giran kirîne

Malikî di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Me zanyarî û belge me jî hene ku Herêma Kurdistanê çekên giran kirîne.” Lê Malikî ne got ew çek ji kuderê kirîne û wiha pêdeçû: “Min pasporda kesên ku çekan dikirin hene.” Malikî ev yek bi binpêkirina destûrê bi nav kir û got: “Nabe demanceyek bêyî pejirandina fermandeya giştî ya hêzên çekdar bê nava Iraqê.”

Serokwezîrê Iraqê pêkutiya xwe li ser pêwîstiya guhertina hikûmeta niha ya ji bo hikûmetekî piranî dûbare kir û daxuyand: “Ez niha jî pêkutiyê li ser meseleya hikûmeta piranî dikim û niha jî pir ciddî li ser dixebitim.” Lê Malikî got: “Tevgera Sedir li dijî vê yekê ye. Hinek kurd û hevpeymaniya Kurdistanî, lîsta Iraqiye ligel vê yekê ne. Ango kurd û yên din jî wê ligel bin. Nêzî 30-40 endamên parlamentoya Iraqê ligel wê yekê ne.”

Nûrî Malikî li ser rewşa navçeyê, peywendiyên Iraqê yên ligel Sûriye û Tirkiyê jî wiha got: “Opozisyona îro li Sûriyê şiddet û terorê dike, em wekî nûnerê gelê Sûriyê nabînin. Em ligel opozisyonek nermin ku daxwaza xebata aştiyane bike û niha li ser meydana Sûriyê amadeye.” Ev jî wekî balkêşanek ji bo lijneya Tensîq ku ji çend partiyên Sûriyê pêk tê û heftiya borî li Bexdayê ligel rûniştibûn. Yek ji wan partiyan jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû.

Peywendiyên me ligel Tirkiyê xirab in

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî rexneyên tund li serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan girt û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Peywendiyên me ligel Tirkiyê xirab e. Ew kesekî cezakirî yê wekî Tariq Haşimî dihewênin, em jî dikarin oposizyona wan bihewênin û tevî em ji wan hez nakin.”(Rûdaw)