The Guardian: Şerekî dirêj li benda Sûriyê ye

Rojnameya The Guardian a brîtanî gotarek li jêr navê “Şerekî dirêj li benda Sûriyê ye” weşand û tê de dibêje: “Hinek şer bi dawî nabin. Çi heye ku bihêle em bawer bin ku şerê navxwe li Sûriyê, ku gelek parçebûn û kîndarî tê de hene, wê bi encameke taybet bi dawî bibe, wek hilweşandina rêjîma Beşar Esed û avakirina sîstemekê ku pêbend be bi çêkirina hilbijartinên azad û paqij? Heta niha tiştekî wiha li holê nîne.”

2012-08-23 13:06:43
Rojnameya The Guardian dibêje, şerê ku vêga li Helebê diqewime mînakeke vê yekê, ji ber ku Heleb duyemîn mezintirîn bajarê Sûriyê ye û gelek çavdêr pêşbînî dikin ku aliyekî ji aliyên şer ku hikûmet û opozisyon in, bi ser bixe.

Lê, li gor rojnameyê, rewşa li bajarê Helebê ne li gor hêviyan e; ji ber ku hikûmet aliyê wê yê rojava kontrol dike, û Artêşa Sûriyê ya Azad jî rojhilatê Helebê kontrol dike.

Rojnameya brîtanî dibîne ku, digel cudabûnên zêde ji artêşa Esed û hikûmeta Sûriyê, û digel ji destdana gelek serkirdayetiyên ewlekariyê di teqîna Şamê de, hê jî artêşa Esed xurt e û hê jî Esed hemû kertên xwe bikar ne anîne.

Kerteke ku Esed dikare bikar bîne, li gor rojnameyê, ew e ku Sûriyê bike Lubnaneke din, ji ber li welatekî ku gelek ol û mezheb tê de dijîn herdem wê Esed bikare hin riyan bibîne ji bo derxistina tevlihevî û aloziyan, “ger lê teng jî bibe herdu hevbendên wî yên sereke Hezbollaha Lubnanê û Pasdarên Îranê amade ne li hana wî bên.”

Di 15ê adara 2011an de tevgereke nerazîbûnê ya berfireh li dijî serokê Sûriyê Beşar Esed hat destpêkirin, ku di encama wê de heta niha zêdeyî 20 hezar kesan hatine kuştin û bi sed hezaran kes hatine girtin û li welatên derdora Sûriyê penaber bûne. Hikûmeta Sûriyê dibêje ku “komployeke gerdûnî” li dijî wê hatiye girêdan û ew şerê “grûpên çekdar û terorîstî” dike, lê dijberiya Sûriyê dibêje rêjîma Esed şoreşa gelê Sûriyê yê ku dixwaze azadiya xwe werbigire, serkut dike û “komploya gerdûnî” bi rastî jî heye, lê li dijî gelê Sûriyê ye û “li pişta Esed e.”