Di Sala 2010ê de 105 rojnemevan hatin kuştin

Rêxistina lêkolîna li ser rojnamevanan li cîhanê (PEC) di raporta xwe ya sala 2010-ê de, da kifşkirin ku hêjî jiyana rojnamevanan li gelek welatên cîhanê di metirsiyê de ye û di sala 2010-ê de 105 rojnamevan di bûyerên cuda de jiyana ji dest dane.

2010-12-31 18:00:24
Rêxistina pirês emblem kampanî ya li cenevê di malpera xwe da encama vekolîna xwe ya li ser rewşa jiyana rojnamevanan wek raportekî belav kiriye û di raportê da dihête xûya kirin ku kuştin û girtina rojnamevanan li piraniya welatên cîhanê hêjî berdewame û di nava sala 2010 de, 105 rojnamevan hatine kuştinê û hejmareka zêde rojnamevan jî li ser karên xwe hatine girtin û gefên li ser jiyana rojnamevanan bi dijwarî berdewam dike.

Di beşekî dî yê raportê de hatiye ku niha rewşa rojnamevanan li welatên Asya, Emirîka Latînî û Afrîqa pir xirabe û li welatên wek Pakistanê, Afxanstanê û Îraqê rewşeka aram bo rojnamevanan nehatiye peyda kirin û di binpêkirina mafên rojnamevanan û kuştina wan da welatên Meksîka, Pakistanê, Honduras û Îraq di rêzên destpêkê da dihên û her weha li Pakistan û Afxanstanê jî rojnamevan nikarin bi asayî karên xwe encam bidin

Li gor raporta (PEC) di nava sala 2010 de li 33 welatên cîhanê rojnamevan hatine kuştin û li 70 welatan jî rojnamevan ji ber encam dana karên xwe yên rojnamevaniyê hatine girtin  û li dadgehên wan welatan dihêne dadgehî kirin.

Dîsan li gor raportê qanunên dewletan mafên rojnamevanan naparêzin û her dem metirsiya gef xwarinê û girtinê li rojnamevanan berdewame û ji karên rojnamevanan ditirsin. Dîsa hatiye ragehandin ku li sala 2009-ê, 122 rojnamevan li welatên cuda cuda yên cîhanê hatibûn kuştin.

Li aliyê din rêxistina rojnamevanên bê sinur jî diyar kiriye ku rewşa rojnamevan li welatên Tirkiya, Suriya û Îranê jî ya ku dihête zanîn pir xirabtire û li Îran û Sûriya ji bilî daxwazên desthelatê rojnamevan nikarin bi azadî karên xwe encam bidin û yên ku wê yekê qebul naken jî bi rengekî veşartî têne ji nav birin û girtinê, li Tirkiya jî bi taybetî rojnamevanên li dijî hikûmeta ku siyaseta dewlet û hikûmeta Tirkiya qebûl naken û rexne dikin, tên girtin û îşkence kirin. Taybetî jî li ser rojnamevanên kurd zordariyeka berçav dihête dîtin û dihête ragehandin ku di nava sala 2010- de, 11 rojnameyên rojane û govar hatine daxistin û berpirs û endamên wan li dadgehên Tirkiya hatine dadgehîkirin û sizadan.