450 Misilman Ji Komkujiyê Revîn, Xwe Spartin Malezyayê

Rewşa penaberan hê nezelal e.

2013-01-01 14:42:44
Hat ragihandin ku li eyeleta Arakan a Myanmarê ji ber bûyerên tundiya dawî 450 Misilmanên Rohingyayî bandorbûne û piştî rêwîtiya keştiyek dijwar,xwe spartine Malazyayê.

Polîsê Malazyayê eşkere kir ku 450 mislimanên Rohingyayî piştî rêwîtiya keştiyek gihiştine Malazyayê
û kesek jî di behrê de xeniqiye.

Rayedaran hê tû daxuyanî nekirin.Rewşa penebaran hê nediyar e.

Komîseriya Bilinda Penaberan a NY diyar kir ku li Malazyayê 25 hezar misilmanên Rohinyayî qeydkirî
hene,ji wan hinek ji ber pevçûnên mezhebê yên Myanmarê di nava vê salê de hatine welatê.