Porê zarokên xwe utî nekin!

Dayik tên agahdarkirin ji metirsiya amraza por rastkirinê yan utiya porê, ku doktor dibêjin ji ber wê her sal bi sedan zarok rastî nexwşiyên giran tên.

2012-06-26 15:15:14
Di dema karkirina utiya paqijkirina porê de pileya germiya amrazê digihe dora 230 pileyan, ev jî bi xof e û dibe sedemê şewitandina deverên cuda yên laşê wan, dû re jî dibe sedemê têkdana çermê wan.

Vêga li cîhanê piştî xwarin û vexwarinên germ utiya por wek hoya sêyem a şewitandina zarokan tê hejmartin.

Tenê li nexweşxaneya Frenchay ya bi zarokan li Zanîngeha Bristol ya Brîtaniya, ji ber şewitandina wan bi utiya rastkirina por di salekê de 110 zarok hatine dermankirin, ev rêje li hinek welatan zêdetir e.

Doktora şewata zarokan li nexweşxaneya Frenchay Carolyn James dibêje: “Dibe zarok pirr bi hêsanî dest bidin utiyeke germ ku li ser erdê hatibe danîn yan li her cihekî din be, wisa jî tûşî şewatê dibin û carna birînên kûr li ser laşê wan dimîne.”

Carolyn dibêje rêjeyeke zêdetir a zarokan bi utiya porê dişewitin û ev zarok ji bo nexweşxaneyan nayên şandin. Rêveberê xweparastina ji birînan li Dezgeha Tendirustiya Brîtaniya Rob Penington jî dibêje: “Em dizanin rêjeya şewata zarokan ji ber utiya rastkirina porê ber bi zêdebûnê ye, lewma peyama me ew e ku bikarhênerên amrazên bî vî rengî zarokên xwe ji wan biparêzin, û bi ti awayî li cihên nizim nedaynin.”