Ji Facebookê re wekî firavîn û taştê wext tê veqetandin

Li Almanyayê wextê ji medyaya civakî ya mîna Facebookê re tê veqetandin roj bi roj bilindtir dibe. Wextê ji Facebook û malperên mîna wê re tê veqetandin hema bêje rojane mîna wextê ji taştê û firavînê re tê veqetandin e.

2012-08-23 13:10:10
Li gor lêkolînek dezgehên medyayê yên dewleta Alman ên bi navên ARD û ZDFê, bikarhênerên Facebook û malperên din ên medyaya civakî rojane 54 deqîqeyên xwe ji bo wan malperan diveqetînin. Daneyên Daîreya Îstatîstîkê a Almanyaya Federal jî didin zanîn ku daniştvanên Almanyayê rojane 30 deqîqeyên xwe ji bo danek xwarin terxan dikin.

Armanca bikaranînê xwenîşandan e

Di heman lêkolîna ARD û ZDFê de diyar dibe ku wextdayina medyaya civakî ya mirovan li gor temenê bikarhênaran tê guhertin. Mirovên temenê wan di bin 19 salan de ne rojane 77 deqîqeyan medyaya civakî bi kar tînin. Wextê kesên temenê wan ji 50 û banî de didin heman malperan jî rojane 33 deqîqe ne.
Di lêkolînê de armancên bikaranîna Facebook û malperên din ên civakî jî hatine vekolandin û peyitandina sê armancan hatiye kirin: Xwenîşandan, têkiliya bi mirovên din re, agahdarîstandinên taybet û yên giştî.


Facebook di nava medyaya civakî de yekemîn e



Di nava medyaya civakî ya li Almanyayê tê bikaranîn de ya herî berbiҫav Facebook e. Li vî welatî hejmara kesên temenê wan li ser 14 salan de ye û Facebookê bi kar tînin 19 milyon û 770 kes in. Yek ji medyaya civakî ya tê nasîn jî Twitter e û hejmara bikarhênerên wê jî li Almanyayê 2 milyon û 80 hezar in. Lê belê ji kesên xwedî hesabên Twitterê ne tenê ji sedî 40 wê bi kar tînin.