Alîkarê serokê giştî yê AKPê Omer Çelik diyar kir

Alîkarê serokê giştî yê AKPê Omer Çelik diyar kir ku hûn nikarin Qendîlê tune bikin û ya giring ew e ku rêyên diçin Qendîlê bên girtin. Serokê MHPê îdia kir ku ger li Qendîlê ala Tirkiyê bê daliqandin, wê teror bi dawî bibe.

2012-06-27 17:49:44
Alîkarê serokê giştî yê yê AKPê Omer Çelik beşdarî bernameya Teke Tek a Haberturkê bû û pirsên di rojevê de bersiv da.

Omer Çelik li ser nîqaşên wekî divê em derbasî Qendîlê bibin, got: “Belê hûn dikarin hemû terorîstan tune bikin. Qendîl ne tenê bi derfetên Tirkiyê yên leşkerî, hûn derfetên Emerîka, Çîn û Rûsyeyê jî bikarbênin, hûn nikarin tune bikin. Ya giring ew e ku rêyên diçin Qendîlê bên girtin. Meseleya PKKê ne tenê ya Tirkiyê ye.”

Hêjayî gotinê ye ku ev gotinên Çelik di demekê de ye ku serokê MHPê Devlet Bahçelî bi israr dibêje, ji bo teror bi dawî bibe divê li dijî Qendîlê operasyonekî derveyî sînor bê lidarxistin.

Duh Bahçelî di civîna partiya xwe ya li parlamentoya Tirkiyê de îdia kir ku ji bo teror bi dawî bibe, divê li gimika Qendîlê ala Tirkiyê bê daliqandin. Bahçelî got: “Ev erk jî dikeve ser milê hikûmeta AKPê.”