Parlamenterê BDP’ê qeza derbas kir, birîna wî xedar e!

Parlamenter Bîlîcî yê ku duh beşdarî Newroza Edeneyê kiribû, êvarkî tevî şêwirmendê xwe Mehmûd Bînîcî bi otomobîla ku pîlaqeya wê 63 HT 386 e ji bo vegerê kete ser riya Rihayê..

2011-03-21 11:30:07

Parlamenterê BDP’yî yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, di navbera riya Dîlok (Entab) û Rihayê de qezayeke trafîkê derbas kir û bi awayeke xedar birîndar bû.
 
Parlamenter Bîlîcî yê ku duh beşdarî Newroza Edeneyê kiribû, êvarkî tevî şêwirmendê xwe Mehmûd Bînîcî bi otomobîla ku pîlaqeya wê 63 HT 386 e ji bo vegerê kete ser riya Rihayê.
 
Di kîlometreya 30’yî ya riya Dîlok-Rihayê de şifêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir û li bariyeran xist.  Di qezayê de parlamenter Bînîcî û şêwirmendê wî birîndar bû.
 
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Taybet ya Sanî Konukoglu ya li Dîlokê.
 
Şêwirmend Mehmûd Bînîcî li nexweşxanê li ser piyan hate dermankirin.
 
Hate ragihandin ku rewşa tendirûstiya parlamenter Bînîcî cidî ye.