Zarokên Helepce yên wenda hatin ser perdeya spî

Çîroka zarokên Helepce yên wendayî hat ser perdeya spî. Belgefîlma bi navê ‘Zarokên Helepce yên wenda’ ji aliyê sînemakarê Kurd Akram Hidou ve hat kişandin. Belgefîlma 16’ê Adar a 2001 ê hat belavkirin bal dikişîne ser çîroka zarokên wendayî.

2011-03-22 17:20:41

Çîroka zarokên Helepce yên wendayî hat ser perdeya spî. Belgefîlma bi navê ‘Zarokên Helepce yên wenda’ ji aliyê sînemakarê Kurd Akram Hidou ve hat kişandin. Belgefîlma 16’ê Adar a 2001 ê hat belavkirin bal dikişîne ser çîroka zarokên wendayî.

Helepce di 16’ê Adar a 1988’an hêzên de ji aliyê Seddam Huseyîn bi bombeyên kîmyeyî hat bombe kirin û di encemê de 5 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran zorak, xort kal û pir jî birîndar bûn. Ev bûyer di dîroka Kurdan de wek roja reş tê qebûlkirin û yek ji jenosîdên cîhanê yên sereke ye.

Divê jenosîdê de bi sedan zarokên Kurd jî wenda bûn û bi navê "Zarokên wendayî yên Helepce" ketin dîrokê. Elî jî yek ji wan bi sedan zarokên ku piştî 21 salan vegeriya bajarê Helepce. Akram Hidou di vê belgefîlmê de çîroka Elî piştî 22 salan, rewşa Helepce û rewşa dê û bavên ku zarokên xwe wenda kirine tîne ser perdeya spî, car caran mirov dikene û carina jî bi dilekî xemgîn digirî.
 
VEGERA ÊLİ YA HALEPCE…
Belgefîlma roja 16’ê Adar a 2011 de ji bo mebesta komkujiya Halepce hatiye belavkirin bi çîroka zarokê wenda Elî destpêdike, ew ji Îranê li cem malbatek Faris tê bajarê Helepce. Fîlm ji goristana bajar destpêdike û rêwîtiya zarokê Helepce li nav bajar de berdewam dike, hemû bajêr Eliyê ciwan hembêz dike û wek zarokê xwe dihesibîne. Sînemakar Hidou jî bi kamereya xwe rêçên wî dişopîne.
 
Belgefîlma 72 deqîqeyî ne tenê çîroka zarokên wenda nîşan dide, lê herwiha birîna 22 salî ya dê û bavên zarokên wenda jî tîne ser perdeya spî. Di pêşiyê de xuya ye Elî zarokek wenda ye, lê ne xuya ye zarokê kîjan malbatê ye, ji ber ku Elî di destpêkê de her hefeyê li cem malbatekê dijiya. Piştî 5 hefteyan bi merasîmekê bi rêya DNA’yê Elî û diya xwe hevdu dibînin. Elî cara yekem li wir dizane ku 4 bira û bavê wî jî di komkujiya Helepce de jiyana xwe ji dest dane.

Di belgefîlmê de dîmenên rastî jî hatine bikaranîn. Derhenêr Akram Hidou ji bo çêkirina belgefîlmê wiha dibêje: "Gava min bihîst Elî hatiye dîtin, min kamera xwe girt û ez çûm Helepce. Ev fîlm kişand. Ji bom in ev gelek girînge." Hidou weha berdewam dike:" Min xwest fîlm îro were belavkirin. Ji xwe min ji bo serdana gelek fîlm festîvalê netewî ev roja hilbijart. Ji mo min ev gelek girîng û pêwiste."