Partî, sazî û dezgehên kurd dê Şêx Seîd bi bîr bînin

Partî, sazî û dezgehên kurd, ji bo xatirê Şêx Seîd bi hev re bernameyeke hevpar organîze dikin.

2012-06-26 08:44:51
Li Amedê bi BDP, HAKPAR, KADEP û OSP jî tê de bi dehan sazî û dezgehên sivîl dê Şêx Seîdê Kal û hevalên wî bi bîr bînin û şeveke mewlûdê li dar bixin. Dengbêj jî dê di şevê de li ser Şêx Seîd û Xalid Begê Cibirî kilamên navdar bistirin.

Di sala 1925’an de, bi serkêşiya Rêxistina Azadî û Şêx Seîd, li hemberî Komara Tirkiyeyê serhiladeneke kurd hatibû destpêkirin û di demeke kurt de ev serhildan li 14 bajarên kurdan belav bibû. Serhildana bi xwînê hatibû tepisandin û bi deh hezaran kes hatibûn kuştin. Şêx Seîd û 47 hevalên wî di 29’ê hezîrana 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ji aliyê dadgehên îstîklalê ve hatibûn darvekirin. Şêx Seîd beriya darvekirina xwe, berê xwe dabû celadê xwe û gotibû: “Em bi ser neketin. Lê dê roj bê neviyên me heyfa me hilînin”. Ev gotin bû dîrok û di hemû civatên mala de yekser dibû mijara gotûbêjan. Li ser vê serhildanê bi dehan pirtûk û helbest hatin nivîsandin û kilam hatin çêkirin. Di ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî re tam 87 sal derbas bûn. Lê hê jî cihê gora Şêx Seîd nediyar e û kes nikare fetheyek li ser gora wî bixwîne.

Partî, sazî û dezgehên kurd ku bi awayeke ramanî gelek caran li hev nakin û weke hev nafikirin, ji bo xatirê Şêx Seîd bi hev re bernameyeke hevpar organîze dikin. BDP, HAKPAR, KADEP, ÖSP jî di nav de, hemû partiyên siyasî yên kurd û bi dehan saziyên sivîl dê roja înê piştî nimêjê li Deriyê Çiyê daxuyaniyeke hevpar bidin çapameniyê. Di nava saziyan de KCD, DÎAY-DER, DDKD, TDŞK, Ufuk Der, Weqfa Zehra, Însiyatîfa Azadî, Med Zehra, Dem-Der, Mazlum-Der, Ay-Der û Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê jî hene. Li gorî agahiyên ku Serokê DÎAY-DER’ê Mele Zahid Çîftkuran da, dê piştî nimêja nîvro li Deriyê Çiyê qurnefîlan deynin ser cihê ku Şêx Seîd û 47 hevalên wî hatine daliqandin. Êvarê jî dê li Şanogeha ANFiyê ya Parka Sumerê mewlûd bê xwendin, dîwana dengbêjan bê danîn û koma erbaneyê derkeve ser dikê. Çîftkuran, destnîşan kir ew dixwazin weke neviyê wî kalê xwe û hevalên wî bi bîr bînin û tiştê dikeve ser milê wan bi cih bînin.

Cemaeta Mustazafan bernameyeke cuda çêdike

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xist, komîsyona ku bernameya sazî û dezgehên sivîl amade dike, ji bo bernameya hevpar bang li Mustazafan jî kirin. Lê Cemaeta Mustazafan bi hinceta ku dibe “di bernameyê de girseyên herdu aliyan bên hemberî hev” ev daxwaz red kir. Serokê Giştî yê Mustazaf-Dera ku hate girtin Huseyîn Yilmaz, sedema tevlinebûna xwe ya bernameyê ji Rûdawê re wiha vegot: “Hûn dizanin salekî berê hevalekî me di êrîşa BDP’iyan de li Geverê jiyana xwe ji dest da. Hê jî BDP’ê derbarê mijarê de lêborîn nexwestiye û ji bo peydakirina kujerên hevalên me neketiye nava tevgerê. Heta niha tu xebatek nemeşandine. Di rewşeke wiha de em weke sazî nikarin bên ba hev û girseyên xwe bînin ba hev. Lewre dibe ku ev yek bibe sedema nîqaş û aloziyê. Em naxwazin di bernameyeke wiha de bûyereke nexweş biqewime.” Yilmaz, got heta ku BDP weke partî bi awayeke aşkera lêborîn nexwaze û kujerên hevalê wan tespît neke, dê nikaribin bername û çalakiyên hevpar çêbikin.

Mustazafî jî Şêx Seîd bi bîr tînin

Li gorî agahiyên ku Huseyîn Yilmaz dan, cemaeta wan dê roja 29’ê hezîranê saet di 17.00’an de, li Qada Batikentê bicivin û Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr bînin. Çalakiya li vê derê jî dê bi awayeke girseyî çêbibe.

Maşallah Dekak / Rûdaw