'Êrîşkerên hemberê Tatlises hatin girtin'

Rêvebirê giştî yê kanala televizyona bi navê Kral Tv; Mehmet Akbay ragihand ku li gor agahiyên neresmî yên wî ji dora Tatlises wergirtiye êrîşkarên ku bi klaşnikofan êrîşî îbrahîm Tatlises kirine iraqî ne û hatine girtin.

2011-03-15 14:14:53

 

Rêvebirê giştî yê kanala televizyona bi navê Kral Tv; Mehmet Akbay ragihand ku li gor agahiyên neresmî yên wî ji dora Tatlises wergirtine, êrîşkarên ku bi klaşnikofan êrîşî Îbrahîm Tatlises kirine iraqî ne û hatine girtin. Ne diyar e qesd ji "iraqî" çi ye, gelo ji Herêma Kurdistanê ne, an ji devereka din a Iraqê ne. Wek tê zanîn Kral Tv ya Îbrahîm Tatlises bi xwe ye.


Waliyê Îstanbulê Huseyin Avni Mutlu jî agahiyek da ragihandinê ku li gor tesbîtên wan yên ku êrîş birine ser Tatlises 2 kes in, yek şofêr û yê din hilgirê tivingê. Otomobîla ku êrîşkar tê de bûn xwedî plaka Tirkiyeyê ye. Ji klaşnikofê li gor walî Mutlu 11 gulle hatine teqandin, 4 jê li otomobîla Tatlises ketine li gel wî, yên din li derva li avayî û erdên derûdorê ketine. Guleya ku Îbrahîm Tatlises birîndar kiriye, ji alî rastê ji paşt re li serê wî ketiya û di pêş re ji eniya wî di ba difna wî re derketiye, hestiyê serê wî perçe kiriye û aliyê rastê ê mejî texrîb buye, îhtîmaleka mezin Tatlises eger bijî jî ê ji alî çepê felc bimîne.

Wek tê zanîn ku ev demek e Ibrahîm Tatlises destpêkiribû li Iraqê; li Kurdistanê hin veberhênan dikirin, wî li derveyî hidûdê Herêmê li Telefera ser bi Kerkûkê vîla û apartman avakiribûn. Lê mihaweleyên wî yên ku ew li Silêmaniyê jî xaniyan ava bike hebûn. Şirketa ku Îbrahîm Tatlises li Herêma Kurdistanê şirîkê wê bû şirketa bi navê Al-Adel bû û şirîkê wî yê wê derê yekî bi navê Ruşdu Seîd bû. Ev şîrket ser bi Kerkûkê ve ye. Tê ragihandin ku ew nêzî Sadamiyan e, kurd jê hez nakin û gazin dikin ku Tatlises çima bi�wî re kar dike.

Şirîkê îbrahîm Talises ê ji Tirkiyeyê�jî ragihand� ku berî demekê Îbrahîm Tatlises gotiye ew ê îdî nema bi vî şirîkî re kar bikin, ji nuha pê ve karên xwe yên li Iraqê bi awayekî din bimaşînin.

Şirketê xanî ava dikirin û difrotin.

Kesekî nêzîkî Îbrahîm Tatlises vê sibehê ragihand televizyonan ku li gor wî bihîstibû hin pirsgirêk û astengiyên Îbrahîm Tatlises li "bakurê Iraqê" peyda bûbûn, lê wan texmîn nedikir ku ev ew qas cidî bin da bew bibe�hedefa êrîşeka bi vî awayî.