Taraf belgeyên Wikileaksê diweşîne

Li gor agahiyên Tarafê rojname ji sibehî pê ve ê belgeyên Wikileaksê ên li ser Tirkiyeyê biweşîne.

2011-03-18 15:58:57


Li gor agahiyên Tarafê rojname ji sibehî pê ve ê belgeyên Wikileaksê ên li ser Tirkiyeyê biweşîne.

Ji bo weşandina belgeyan Tarafê bi xwediyê Wikileaksê Julian Assange re peyman bestiye.

Li gor agahiyan di destpêkê de ne ku Tarafê li gel Assange pêwendî danî, lê berpirsên Wikileaksê bi xwe li ser daxwaza Assangîlê geriyan gelo li Tirkiyeyê ew dikarin li gel kîjan rojnamê hevkariyê bikin û belgeyan bidin weşandin û gihaştin wê biryarê ku ew li gel Tarafê hevkariyê bikin.

Li ser vê berpirsa cîgir a Tarafê Yasemin çongar çû li Londonê peyman bi berpirsÊn Wîkileaksê re best.Li gor agahiyan Tarafê ji bo van belgeyan tu pere nedane Wikileaksê, peyman wek yên li gel rojnameyên mezin ên wek New York Times, Le Mond, Guardian û El Paisê ye.

Rojname ji sibehî û pê ve ê dest bi weşandina belgeyên Wikileaksê ên ji navendên diplomasiyê ên Tirkiyeyê şandî bike.

Belgeyên Wikileaksê ên li ser Tirkiyeyê piştî yên Iraqê ên herî zêde ne û hemû 24 hezar rûpel in.