Dîyarbekir Komkujîya Helebceyê Şermezar Dike

Li Dîyarbekirê ji alîyê gelek rêxistinan Komkujîya Helebceyê bi daxûyanîyek hevpar hat şermezarkirin.

2011-03-18 11:50:25


Li Dîyarbekirê ji alîyê gelek rêxistinan Komkujîya Helebceyê bi daxûyanîyek hevpar hat şermezarkirin. Bizava ku bi pêşengîya Meclîsa Aşitîyê ya Amedê hat tertîp kirin, di Parka Koşuyolûyê de, li ber Konên Aştiyê yên ku roja duşemê hatibûn vedan, hat lidarxistin. Hevserokê BDP û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan kes jî di bizavêda amade bûn.

Daxuyanîya ku bi Kurdî-Tirkî hatibû amade kirin ji alîyê berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Diyarbekirê Edip Yaşar û Şêxmûs Sefer ve hat xwendin.

Şexmûs Sefer di daxûyanîyê da destnîşan kir ku buyera Helebceyê komkujîyek e ku li ser Kurdan pêk hatîye û dijî mirovahîyê ye. Sefer got “ Ew sîstem an kesên ku li ser Nagasakî û Hîroşîmayê bombe barandibûn, bihatana dad kirin, dê heman tişt li Helebceyê neqewimîyana.”

Endamê Meclîsa Aşitîyê Şexmûs Sefer destnîşan kir ku îro hê jî têsîrên xaza Hardalê li ser mirov û erdnîgarîya Helebceyê heye, hê jî zarokên ku çêdibin, bi nexweşî û seqetîyan tên dinyayê. Di daxuyanîyê bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku li gelê Helebceyê bêtir xwedî derkevin, herwiha li hemû rayedarên dewletên dinyayê bang kirin da ku Helebceyên nû neyên jîyîn.

Di salîyada Helepçeyêda Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş jî axivî. Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku 23 sal berê komkujiya Helebceyê di dilê Kurdan de birînek vekir lê birîna herî mezin ewe ku tevekî cîhan li hemebrê vê bûyerê bêdeng man û hê jî bêdengin. Hevserokê BDP weha dewam kir "Ew dewlet û hêzên ku ji bo komkujiyê alîkarî dan Sedam Husên, îro hê jî ji bo berjewendîyên xwe bêdengîya xwe didomînin.

Bêguman berpirsyarê komkujiyê bi tenê ne Sedam e. Welatên ku alîkarîyê dabûnê  weke wî berpirsyar in.” Demîrtaş got “ gelek dewlet, hê jî ji bo berjewendîyên xwe bêdeng dimînin. Li pişt komkujiyê hesabeke çawa heye, hê jî nehatiye ronîkirin. Ji ber vê jî Kurdan hê jî deftera Helebceyê negirtiye.”