Kiliçdaroglu: Di polîtîkaya derve de blof nabe

Serokê Giştî Yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derheqê êrîşa sûrîyê de axivî û got; em ê piştgiriyê bidin têkoşîna Turkîyê ya ku xwe dispêre hiqûqa navnetewî.

2012-06-27 11:48:03
Kiliçdaroglu di civîna koma partîya xwe de got “di polîtîkaya derve de gefên beredayî nabe. Divê Turkîye têkoşîna xwe mîna mêran bide.”

Serokê Giştî Yê CHP ê Kemal Kiliçdaroglu: “axaftina Serokwezîr ya ku derheqê bûyera Mavîmarmarayê de kiribû û erîşa ku sûrîyê balafira turkîyê xist, bînîn hemberî hev. Dîrok û cîh cûda ye.

Lê belê hemaset û gotin mîna hevin. Di herdu bûyeran de hate gotin ku Turkîyê de mafên xwe yên ji hiqûqa navnetevî dê bikarbînê. Belê em piştgirîyê didin vê têkoşînê lê tekoşînê mîna mêran bikin.”

Rêberê CHPê Kiliçdaroglu şerê Kibrisê ya ku di sala 1974an de pêk hatibû mînak nîşanî Erdogan da û wiha pê de çû: “Ma polîtîkaya derwe li ser blofê dibe? Şerê kibrisê ya ku di sala 1974 an de pêk hat bînîn bîra xwe. Hate gotin ‘Ayşe çûye betlaneyê.’ Ev qas. Tu kes nikare li ser berjevendîyên Turkiyêyê pokerê bilîze. Heqê tu kesî tuneye.

Kiliçdaroglu anî ziman divê rêwebir ji bo çareserîya pirskirêkê rêya dîplomasiyê û hiqûqa navnetewî bikarbînîn.