Li Japonyayê erdhej û tsunamî:2 600 kes mir

Japonya bi şîddeta 8,9 hejiya, paşê jî pêlên deryayê rabûn û kersaxên Japonyayê dan ber xwe. 2 600 kes mirin.

2011-03-15 15:40:26


Li Japonyayê pêşiyê erdhej û paşê jî tsunamî, jiyana japoniyan serûbino kir. Li gora agahiyan bakurê Japonyayê bi şîddeta 8,9 hejiya.Paşê jî pêl 5-6 metre bilind li kersaxyên deryayê xistin.

Tê ragihandin ku bi sedan avayî hilweşiyana, bi sedên dinê jî di bin avê de ma ne. Balafir hatin girtin, rê asê bûn.Herweha pêlên deryayê jî bi sedan otomobîl li ber xwe birine.

Derheqê mirî û birîndaran de hê tu agahî nîne lê tirs ev e ku ku dê gelek kesî jiyana xwe wenda kiribe û tsunamî welatên dinê yên herêmê bide ber xwe.

JI BO WENAYE BITIKİNE