Serokê KESKê Hat Binçavkirin

Di çarçoveya operasyonê de, Lami Ozgen hat binçavkirin.

2012-06-25 16:22:01
Polis li navenda Egitim- Senê lêkolîn dike. 58 kesên ku di nav wan de serokê KESKê Lamî Ozgen jî heyî hatin girtin. Li aliyê din li Eskîşehîr jî di çarçoveya doza KCKê de li ser şaxa Egitim-Bir Senê operasyon dest pê kir. Tîmên tekoşîna li dijî teror l ili şaxa Egitim- Bir Senê lêkolîn dikin.

Di çarçoveya operasyonên li 5 bajêran û 11 xalên cuda pêktên de biryara binçavkirina 58 kesan heye.
Tîmên Midûreta Şaxa Têkoşîna Dij Teror, lêgerînan dimeşînin.Li navenda Egitim-Sen û navenda giştî ya KESKê yên li Ankarayê lêgerîn tê kirin.

Li şaxên Egitim Senê yên li Diyarbekir, Adiyaman û Eskişehirê jî, xebata lêgerînê tê kirin.
Serokê Egitim Senê yê Giştî Ûnsal Yildiz dema ku lêgerîn didomin daxuyanî da û destnîşankir ku ji ber faliyetên wan yên di heyama dawî de zordestî dîtine.