Em rê nadin ko li herêmê tixûb bên guhortin

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna grupa AKP-ê de behsa krîza digel Sûriyeyê kir û got heger hêzên Sûriyeyê nêzîkî tixûbê Tirkiyeyê bibin ew dê lêxin. Ya ecêb ew bû ko Erdogan behsa guhortina tixûban li herêmê kir û got Tirkiye rê nade ko ti kes ti tixûban biguhore.

2012-06-27 00:12:35
Mirov li hêviyê bû ko Erdogan dê di civîna grupa xwe de bibêje ka Tirkiye dê bi awayekê konkret çi gavan li hemberî Sûriyeyê bavêje lê belê wî bal kişand se meseleyeka ko ne di rojevê de ye û behsa mihendizên kadastroyê û guhortina tixûban kir û got:

— Hinek kes hene ji wê yekê aciz in ko Tirkiye brayên xwe [?] himbêz dike û hesreta sedsalan bi dawî dike. Em pir baş dizanin ko ew arîkariya terorê dikin û hikûmetên kukla dehf didin. Tirkiyeya ko mezin dibe, xurt dibe û tesîra wê zêde dibe ji bo wî welatî ne xeter e lê belê firsetek e. Ew kesên ko ji Tirkiyeyeka xurt nerihet dibin bila fêm bikin ka dewleteka çawa li hemberî wan heye û li gor wê gavên xwe bavêjin.

Ji van gotinan mirov dikare fêm bike ko ew behsa Sûriyeyê û piştgiriya wê ya ji bo PKK-ê dike lê belê ew hêzên ko piştgiriya ”hikûmetên kukla” yanî piştgiriya rejîma Sûriyeyê dikin kî ne ew ne diyar e.

Erdogan di axaftina xwe de behsa guhortina tixûban kir û got Tirkiye rê nade vê yekê. Aşkera ye ko PKK hîç daxwaza guhortina tixûbên Tirkiyeyê yan her welatekê dî nake. Û cardî jî Erdogan behsa xebata ji bo guhortina tixûban kir û got:

— Tirkiye bi hemî hêza xwe ya heyî dê li hemberî hemî lehîstokên li vê cografyayê, li hemberî hemî senaryoyên li dijî gelan û mirovên bêguneh têkoşînê bide. Tirkiye qetiyen rê nade ko li herêmê mihendisiya kadastroyê [yanî guhortina tixûban] bêt kirin. Em dê li hemberî rêxistina terorê ya xwînî bêyî ko yek gavê jî paşde bavêjin têkoşîna xwe berdewam bikin û wekî Tirkiye dê bibe ezabeka sojîner.

Serokwezîrê Tirkiyeyê wekî helwêst li hemberî Sûriyeyê behsa ”hiqûqa nêvneteweyî” û tedbîrên ko Tirkiye di wê qadê de bavêje kir û got bila ti kes ji Tirkiyeyê nexaze ko şerî bike û tehdîdek li Sûriyeyê kir û got:

— Rêbazên angajmana hêzên çekdar yên Tirkiyeyê li gor qunaxa nû hatine guhortin. Her unsureka eskerî ya ko ji aliyê Sûriyeyê ve xwe nêzîkî tixûbê Tirkiyeyê bike dê wekî tehdîdekê bêt hesibandin û dê wekî tehdîdeka eskerî li hemberî wê miamela bêt kirin. Ez li vêderê rejîma Sûriyeyê hişyar dikim ko xeletiyekê neke û desthilata Tirkiyeyê îmtihan neke.

Erdogan got xelkê Sûriyeyê brayên wan in û heta ko ew ji destê vî dîktatorê destbixwîn Beşar Esed xelas bibin Tirkiye dê hermî rengên piştgiriyê bide wan û got arîkariya Xwedê ji bo xelkê Sûriyeyê nêzîk e.

Her îro li Brukselê li ser daxwaza Tirkiyeyê 28 welatên Natoyê civiyan û piştî civînê sekreterê giştî yê Natoyê Anders Fogh Rasmussen got Nato rewşê bi endîşeyê ve teqîb dike û lêdixebite ko rûdanên li ser tixûbê Natoyê yê li başûrê rojhilatê diqewimin kontrol bike.

Natoyê di daxuyaniya xe de got ewlekariya Natoyê bi hev ve girêdayî ye û jêk nayêt cida kirin û Nato bi awayekê xurt piştgiriya Tirkiyeyê dike.

Yanî Nato bi awayekê eskerî ti gavan li hemberî Sûriyeyê naavêje û Tirkiye bi xwe jî wekî Erdogan di axaftina xwe ya îro de gotî ne terefdara şerî ye.

Wekî netîce mirov dikare bibêje ko Sûriyeyê balafireka şerî ya Tirkiyeyê xist û Tirkiye dê bersiveka eskerî nede Sûriyeyê. Sûriye li gor vê rewşê li hermberî Tirkiyeyê 1-0 biserketî ye.