Şanda HAK-PARê ligel Barzanî û Talabanî dicive

Duh şandeke HAK-PARê serdana Herêma Kurdistanê kir. Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel derbarê serdana wan a ji bo Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Em di serdana xwe de ligel serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokomarê Iraqê bicivin.”

2012-06-26 15:19:02
Duh şandeke Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku di nav de serokê partiyê Bayram Bozyel, endamên partiyê Kemal Burkay û Celal Yildiz jî heyî serdana Herêma Kurdistanê kir.

Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel derbarê armanca serdana wan a bo Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Armanca serekî ya serdana me ew e ku em birêz serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokomarê Iraqê Celal Talabanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicivin. Herwiha emê serdana polîtboruyên PDK û YNKê jî bikin. Ji bo em rewşa kurdan a li bakur, başûr û guhertinên dawî rû bi rû niqaş bikin.”

Bayram Bozyel di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku wê serdana me ya başurê Kurdistanê 4-5 rojan bajo û wiha pêdeçû: “Emê rewşa kurdên bakur, pêvajoya destûra nû, rawestandina şer, hewldanên ji bo çareseriya pirsa kurd, hewldanên başurê Kurdistanê û rewşa Sûriyê bigrin dest. Em dixwazin dîtina rayedarên Herêma Kurdistanê jî hîn bibin ku çi difikirin û hewldanên wan çine. Herwiha em dixwazin di vî warî de dîtinên xwe bi hev re parve bikin.”

Di rojeva kurdan de mijara konferansa neteweyî, şer û pevçûnên navbera gêrîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de jî hene. Bozyel di vî warî de got: “Emê li ser van mijaran jî guftûgoyan bikin. Ji bo em bizanin di vî warî de çi hewldan û pêşveçûn hene. Em dixwazin dîtina rayedarên herêmê jî hîn bibin. Ev ji bo kurdan hewcedariyeke, ji ber îro pirsa kurdan pirsa herî serekî ya Rojhilata Navîn e.”

Bozyel diyar kir ku em destkeftiyên li başurê Kurdistanê ne tenê ji bo kurdên başur belkî ji bo tevayî Kurdistanê dibînin û got: “Em dixwazin ev destkeftî bên parastin. Herwiha em çawa dikarin ligel hev di nava diyalogê de bin.”

Li ser pirsa ‘Ji bo agirbestek navbera PKK û Tirkiyê de çêbibe, wê bangeke we û Herêma Kurdistanê bi hev re çêbibe?’ Bozyel got: “Em dibêjin êdî pêwîstî bi şer nemaye û îro ti sûdê wê ji bo tevgera kurdan nîne. Şer zererê dide tevgera kurd a li bakur jî û herwiha dibe sedemê aloziya li başur jî. Ji bo vê yekê jî em timî bang dikin ku şer bê rawestandin û qet nebe çek bên bêdengkirin. Ji bo em firsendekê bidin hewldanên ji bo diyalog û çareseriya aştiyane. Piştî wê jî em kurd di qada legal a demokratîk de xebatên xwe bimeşînin.”