Polîsên Emerîka dijî serseriyên kurd derdikevin

Polîsên bajarê Nashville li Emerîka daxwaza vekirina dozekê li dijî 24 endamên grûpeke serseriyên kurd li Nashville dikin. Grûp wek `Gang Pride Kurdish` tê naskirin

2012-06-26 09:00:55
Polîsên bajarê Nashville li Emerîka daxwaza vekirina dozekê li dijî 24 endamên grûpeke serseriyên kurd li Nashville dikin. Grûp wek `Gang Pride Kurdish` tê naskirin. Di daxuyaniyeke heftiya borî ya polîsên Nashville de li ser zarê rêveberê polîsan Steve Anderson hatiye diyarkirin ku: “Vekirina vê dozê wisa dike ku li gel malên wan taxên ku serserî li wan e, hewl bidin aştiyê hemû ji bo taxan û hem ji bo baxçeyan jî vegerînin.”

Bi gotina profesorê zanîngeha Tennessee Dawet Arnos, dadgehkirina wê grûpê li dijî yasayên ku ji bo misogerkirina mafên sivîl li eyaleta Tennessee hene. Ev cara yekê ye tê daxwazkirin ku bê qedexekirin grûpeke serseriyan li wê wê eyeletê here baxçeyan.

Armanca polîsên Nashville, bi gotina wan, ew e ku “navçeya aram” li baxçeyên bajêr dirust bikin. Ew baxçe pêştir bi wê yekê dihatin nasîn ku cihê encamdana tawankariyê ne ji aliyê grûpa serseriyên kurd. Tiştê ku bûye cihê metirsiyê ew e ku ger daxwaza polîsan bê pesendkirin û bibe yasa, di siberojê de kar û çalakiyên rêxistinên kurdî yên ciwanan li wî bajarî li baxçeyan bên sînordarkirin.

Ciwanekî rûniştiyê Nashville, ku pêwendiya wî bi grûpa serseriyên kurd tune, ji Rûdawê re ragihand: “Em naçin wan baxçeyan, lê em dizanin kesên çawa diçin wir. Ji ber wan, em bêtir rastî pirsgirêkan tên.”

Polîsên Nashville di daxuyaniya xwe de dibêjin ne amade ne êdî li hember karê serseriyan li bajêr nermiyê nîşan bidin: “Hem em û hem bajêr jî êdî nikarin bêdeng rûnin û binêrin çawa serserî gefê li aştiya civakê dikin.”

Piraniya rûniştiyên navçeya Paragon Millis li başûrê Nashville ji wan malbatên kurd û biyanî pêk tê. Polîsên Nashville dibêjin: “Baxçeyên wê deverê ji aliyê grûpa serseriyên kurd hatine bikaranîn ji bo encamdana tawankariyê, herwiha bi nivîsîna li ser dîwaran hatine lewitandin û têkdan.”

Polîs daxwaz dikin ku girêdana pêwendiyan ên 24 endamên grûpa kurdî bên qedexekirin: “Cihên olî ne di nav de.” Herwiha daxwaza polîsan kesên ku pêwendiyên xêzanî di navbera wan de hebin, li xwe nagire.

Bi baweriya profesorê zanîngeha Tennessee Dawet Arnos, daxwaza polîsan mafê kombûnê ji xelkê distîne û “dilgiraniyan derbarê rola polîsan di civakê de û karîgeriya wan li ser mafên sivîl zêde dike.” Çiku ger ew yasa derkeve, wê demê polîs dikarin bi berdewamî her kombûneke ciwanên kurd li baxçeyên Nashville têk bidin û rê li ber kombûna wan bigirin.

Yek ji endamên Rêxistina Gencên Kurdên Emerîkî `KAYO` derbarê nêrîna rêxistina wan hindava daxwaza polîsan ji Rûdawê re got: “Em naxwazin tiştekî li ser wê pirsê bêjin. Berê jî hinek dezgehên medyayê yên din pêwendî li gel me kirin, lê me ti daxuyaniyek nedaye.”

Polîsên Nashville di daxuyaniya xwe de, bi piştgirêdan bi rapora xwe ya 5 salên borî derbarê grûpa serseriyên kurd, dibêje: “Endamên wê grûpê bi têkdan, binpêkirin û hilgirtina çekan bê molet û êrişkirina ser efserên polîs tên tometbarkirin.”

Rûdawê pêwendî kir li gel ofîsa pêwendiyên cemawerî ya polîsên Nashville, lê ne amade bûn ti kitekitê kifş bikin. Tenê ew ne di nav de ku roja 29.05.2012an yekem rûniştina dadgehê li ser dozê tê sazkirin.