Ewrûpa Piştgiriyê Dide Turkiyeyê

Wezîrên Karên Derve, êrîş şermezar kirin....

2012-06-25 16:18:57
Civîna NATOyê, dê sibe li Brûkselê were kirin. Beriya vê civînê, Wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ewrupayê ji bo rojeva Sûrî, îro li Lûksemburgê hatin ba hev.

Wezîrên Karên Dervê Yên EwrOpayê di vê civînê de, balafira Turkiyeyê ku ji aliyê Sûriyê ve hat xistin jî, guftûgo kirin û piştgirî dan Turkiyeyê.
Di vê navberê de, sûriyê carek din dubare kir ku, Turkiye ne dijminê sûriyê ye û xistina balafirê, qezaye.
Wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ewrupayê, ji bo guftûgo kirina mûzakereyên nükleerê ya Îranê, hilbijartina Serokomariya Misrê, pêşeroja Pakîstanê dê bên ba hev. Di rojeva herî giring ya wezîran de Sûrî jî heye.
Di rojeva wezîrên ku beriya civînê axifîn de, xistina balafira Turkiyeyê hebû.
Wezîrê Karên Derve yê Lûksemburgê Aselborn got; ev tiştên ku Sûriyê dike, pirr bi telûke ye. Yekitiya Ewrupayê dê piştgirî bide Turkiyeyê
Ji Aselborn hat pirsin “ midaxaleya eskeriyê ya navteweyî dê bibe an na” ? Aselborn got, na niha midaxaleya navneteweyî tune ye.
Wezîrê karen derve yê Fransayê Loren Fabyus jî got, xistina balafirê, nayê qebul kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îngîlîstanê William Hague got; ez Sûrî şermezar dikim û soza zêdetir kirine tengavê da.
Nûnera Bilind ya Tekiliyên Derve ya Yekitiya Ewrupayê Catherine Ashton jî got em li hemberî vê rewşê qisawetdar in û banga aqle selimiyê kir.
Di vê navberê de, Sûriyê carek din dubare kir ku, Türkiye ne dijminê Sûriyê ye û xistina balafirê, qezayek e. Berdevkê Wezareta Karên Derve Cîhat Makdissî diyar kir ku, balafiran sînaro hewayê îxlal kiriye û tu xeletiya wan nîn e.