Axaftina Erdogan li dinyayê deng veda

Ji bo daxûyaniya Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ya derheqê êrîşa Sûriyê de, bala giştiyê dinyayê, li ser paytext Ankarayê bû. Dinyayê bi meraq li axaftina Erdogan guhdarî kir.

2012-06-27 11:54:51
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ji meclîsê peyamên girînG û qîrîtîk da reveberiya sûrîyê.

Daxûyaniyên serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ji aliyê gelek televzîyonên biyanî ve bi zîndî hat weşandin.
Peyamên qirîtîk, ji aliyê ajansên navneteweyî ve, weke rûdanên dawî hat dayîn.

Reuters û Associated Pressê peyama Erdogan wisa da, “ bila ji bo rewşa me ya Wakur û xwînsar tu kes me xelet û şaş fem neke, aqlê selîmiya me bila weke aczîyetê neyê fem kirin.”

Qenala 24 ya fransiz jî di weşana xwe de cihek fireh da daxûyaniyên Erdogan. Şîrovakerên fransiz yên siyasî yên ku beşdarî weşanê bûn jî derheqê helwesta Turkiyeyê de wisa gotin; “ wisa xuye dike ku Turkiye îmaja xwe ya pêşveçûyî dixwaze ku bi cih bike. Wisa dixuye ku dê bi aqlî selîm gavên bi bîryar bavêje.

Televizyona CNN’ê ya amerîkanê di weşana xwe de ragihand ku, êdî helwesta eskerî ya Turkiyeyê ya li dijî sûrîyê guhêrîye û hemû hereketên li sînorê Turkiye dê weke gef û tehdit qebul bike û dê bi awayekî tund bibersivîn e.

Lijneya weşanê ya îngîlîz BBC’ê jî, bikar anî ku “ hemû tevgerên yekîneyên eskerî yên Sûriyê yên li sînorê, ji aliyê Turkiyeyê ve dê bi awyekî eşkere gefxwarin û tehdit were qebûl kirin.”

Qenalên televzîyonê yên kul i herêma erebban weşanê dikin jî, axaftina serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ya di civîna koma xwe de, weke weşana bi zindî ragihand temaşevanan.”