Li Roboskiyê 'nobeta edaletê' tê girtin

Di bin pêşgentiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi tevlîbûna gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dê 27-28'ê hezîranê bi slogana 'Me Roboskê jibîrnekir, em jibîrnakin û nadin jibîrkirin' ji bo Roboskiyê 'Nobeta Edaletê' bê girtin

2012-06-26 08:57:37
Di bin pêşgentiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi tevlîbûna gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dê 27-28'ê hezîranê bi slogana "Me Roboskê jibîrnekir, em jibîrnakin û nadin jibîrkirin" ji bo Roboskiyê "Nobeta Edaletê" bê girtin. Piştî nobedariya rojekê dê ligel malbatên Roboskiyê ber bi cihê komkujiyê ve meş bê lidarxistin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk têkildarî mijarê wiha got: "Jibirkirina Roboskiyê jibîrkirina mirovahiyê ye."

Li ser komkujiya Roboskiyê re 181 roj derbas bûn. Ligel bi ser komkujiyê de 181 roj derbas bûn jî hê di lêpirsîna hatî vekirin de tu pêşketin çênebûn e. Ji bo kiryarên komkujiyê bên dîtin her roj çalakî tên lidarxistin. Siyaseta kurd jî her tim mijarê di rojevê de gire ji bo komkujî bê zelalkirin amadekiriyên çalakekî nû dikin. Di pêşengtiya KCD'ê de wê 27-28'ê hezîranê li gundê Roboskiyê nobeta bi slogana "Me Roboskê jibîrnekir, em jibîrnakin û nadin jibîrkirin" bêgirtin.

Ber bi cihê komkujiyê ve meş dê bê lidarxistin

Hevserokên Giştî yên BDP û KCD'ê, KESK, Genel-Îş, MEYA-DER, Goç-Der, TZP-Kurdi, TUHAD-DER, Komeleya 78'an a Amedê, TMMOB, ÎHD, saziyên jinan û çandê, ESP, EMEP, wekîl, şaredar û gelek kesên din dê tevlî çalakiyê bibin. Piştî nobedariya şevekê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dê bi malbatên Robokiyê re ber bi qada komkujiyê ve meşekê li darbixin û li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Tugluk: Me Roboskî ji birînekir em ji bîrnakin

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk çalakî nirxand û diyar kir ku komkujiya Roboskiyê ji aliyê dewletê ve bi zanebûn û organîze hat kirin û wiha got: "34 mirovên me ji ber kurd bûn ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Em wekî KCD dê 27'ê mehê biçin Roboskiyê û şevekê nobetê bigirin. Ji bo ku di mijara Roboskiyê de em bi hestiyariya xwe nîşan bidin û me komkujî ji bîrnekiriye û nadin jibîrkirin. Ligel vê yekê ji bo hesabê ji kiryaran bê pirsîn em dê li her platformê vê komkujiyê bînin ziman." Tugluk, da zanîn ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî dê tevlî çalakiyê bibin.

'Jibîrkirina Roboskiyê jibîrkirina mirovahiyê ye'

Tugluk, da zanîn ku ew dê çalakî û lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin û wiha axivî: "Em dê çareke din bînin ziman ku divê dewlet hesabê vê yekê bide. Ji ber ku gelê kurd vê yekê baş dibîne ku dê vê komkujiyê jî weke yên din veşêrin. Lê em vê bûyerê weke bûyerek ji rêzê nabînin. Ev bûyereke dijmirovahiyê ye. Sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Li wir peyam daye hemû kurdan. Dewletê bi vê yekê got 'Pêdivî pê hebe em dê we hemûyan qetil bikin.' Li holê tu şaşitî û qeza tunene, em vê yekê baş dizanin. Ji ber vê yekê ez bang li hemû kesên bi hestiyar dikim ku bila Roboskiyê jibirî nekin. Jibîrkirina Roboskiyê jibîrkirina mirovahiyê ye. Divê kesên ev hovîtî pêk anîne, hesabê vê yekê bidin. Ji ber vê yekê em dê bi vê nobetê israra xwe û biryarbûna xwe bînin ziman."

Tugluk, da zanîn ku ew bang li hemû raya giştî ya kurd dike ku tevlî çalakiya wan a 27'ê hezîranê bibin dike.