‘Barzanî ji her kesê baştir dizane ku Qendîl çiye!’

Hevserokê BDPê diyar kir ku wekî partî beşdarî gotinên Leyla Zana yên wekî, ‘Divê piştgiriya serokwezîr bê kirin û hêvî serokwezîre’ nabin. Demîrta got: “

2012-06-26 15:03:40
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş di hevpeyvînek ligel rojnameya Taraf a Tirkiyê de diyar kir ku tevlî gotinên Zana nabin û wiha got: “Xanima Leyla gotinên xwe şexsî anî ziman. Em wekî partî tevlî gotinên Zana yên wekî, ‘Divê piştgiriya serokwezîr bê kirin û hêvî serokwezîre’ nabin. Hêza serokwezîr a çareseriyê heye, lê niyeta wî nîne. Heta serokwezîr îxtidarê di zorê de nebîne, qet di warê azadiyan de gavan navêje.”

Demîrtaş diyar kir ku piştî daxuyaniya Zana ya derbarê serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de, em rastî hev nehatine, lê me bi telefonê hinekê axivî. Sedî sed wê daxuyaniyeke wê hebe.

Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku em AKP û PKKê di zorê de nehêlin aştî nayê û wiha pêdeçû: “Divê em wan neçar bihêlin. Divê Kurd PKKê û Tirk jî AKPê ji bo aştiyê tengav bikin. Ger em zorê li wan nekin, dikarin 50 salên din jî şer bikin. Nebêjin, çawa be wê rojekê PKK û AKP aştiyê bêne, ez dibêjim em aliyan ji bo aştiyê bixin di zorê de.”

Demîrtaş di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku BDP nûnerê kurdan ê hatî hilbijartine û got: “PKK ne tenê li Tirkiyê, rêxistineke piştgiriyê ji kurdên li Rojhilata Navîn digre. PKK, ji BDPê zêdetir deshilatdariya qadekî berfirehtir dike. Hêzekî siyasî û hêjmarekî zêdetir heye. BDP li Tirkiyê beşdarî hilbijartinê dibe, lê PKKê hêzekî siyasî li ser kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê heye.”

Hevserokê BDPê diyar kir ku îro li Qendîlê 4-5 hezar gêrîla hene û wiha pêdeçû: “Heta niha kê lîderên Kurdan ên çûne Qendîlê anîne xwar? Talabanî û Barzanî jî berî 15 salan li Qendîlê bûn. Li dijî Seddam şer birêve dibirin. Ma Sedam ew ji wir anîn xwar? Barzanî ji her kesê baştir dizane ku Qendîl çiye? Heta îro lîderên kurd ên çûne Qendîlê, heta çareserî çênebûyî nehatine xwar. Kî çûbe Qendîlê û Qendîl ji xwe re kiribin mesken, heta çareserî nehatî ji wir nehatine xwar. Ji ber Qendîl erdnîgariyeke nayê zeftkirin.”

Demîrtaş diyar kir ku êdî pirsa kurd bûye herêmî û got: “Ev pirseke ku hêzên navneteweyî bi bandor in û dixwazin bandorê lê bikin. Aliyê wê yê Iraq, Sûriye û Îranê heye. Mesele niha li Sûriyê sedî 80ê hêjmara Kurdan PKKyî ne. Hêjmara Kurdan a li wê derê di pozîsyonekî wisan de ye ku siberoja Esed diyar bikin. Îro serokê opozisyonekê jî bû kurd.”

Demîrtaş li ser pirsa li Tirkiyê BDP ji bo agirbestê wê di nava kurdan de bi tena serê xwe baxive jî got: “Nexêr. Ocalan realîteyeke. Sedî sedî divê bi wî re bê axaftin û cihê wî bê guhertin. Heta ku li Îmraliyê bi awayê dîl mamele ligel bê kirin, dest û piyê BDPê jî tê girtin. Em jî nikarin tiştekî bikin. Ji bo wê yekê divê KCK, Ocalan û BDP bi hev re bikevin dewreyê. Ji ber êdî ev rastiyeke ger hun BDP, Ocalan û KCKê ji hev îzole bikin û hewl bidin ku mûzakerayn bikin, ev kar nameşe. Divê hikûmet bi hersêyan re bikeve peywendiyan.”

Hevserokê BDPê derbarê pêngavên divê bên avêtin de jî got: “Em bi pêngavên biçûk dest pê bikin. Bila gava yekemîn guhertinên destûrî bê kirin û girtî bên berdan. Duyemîn, bila cihê Ocalan be guhertin. Sêyemîn, bila mekanîzmeya diyalogê bê avakirin. Di vê rewşê de wê Ocalan fermana PKK derkeve derveyî sînor bide.”