Barzanî û Burkay ji bo xebata siyasî hemfikir in

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi kêfxweşî pêşwazî li siyasetmedarê kurd Kemal Burkay û serokê Hak-Parê Bayram Bozyel û cihgirê wî kir. Barzanî got mixabin heta niho nekarîne PKK-ê ji bo xebata siyasî qane bikin.

2012-06-27 00:14:50
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Kemal Burkay re got ew bi vegera Burkay bo welatî kêfxweş e û kurd li bakur û Tirkiyeyê dikarin xebateka siyasî ji bo mafên xwe yên milî bikin û got heta niho ew gelek caran lêxebitiye da PKK-ê ji bo xebata siyasî qane bike lê belê her carê bûyereka wekî ya Silîvayê û ya Oremarê diqewime û rê li ber aştiyê têt girtin.

Kemal Burkay û heyeta Hak-Parê jî behsa giringiya xebata siyasî li bakurê Kurdistanê kir û got şerê çekdarî rê li ber pêşketina xebata siyasî digire û got heger yekalî jî be PKK bi temamî dest ji şerê çekdarî berde ji bo kurdan çêtir e.

Di vê serdana xwe ya başûrê Kurdistanê de Kemal Burkay û heyeta Hak-Parê dê digel berpirsên bilind yên PDK-ê, YNK-ê û partiyên dî yên Kurdistanê jî bicivin. (Nefel)