Şimşek bi kurdî sersal pîroz kir

Li Tirkiyeyê, Wezîrê Aborîyê Mehmet Şimşek, ku kurd e, bi kurdî sersala 2011ê pîroz kir û got, “Sala we pîroz be!”

2010-12-31 21:30:16
Şimşek, beşdarî bernameya CNN Turkê ya zindî bû û derbarê rewşa aborî de nirxandin kir.

Şimşek, sersala nû bi kurdî pîroz kir û got, “Sala we pîroz be. Ez bawer im herî mesaja baş ji bo sersalê ev e.”

Şimşek ku parlamenterê Batmanê ye, ser bi Partiya Dad û Geşdanê (AK Partî) ye.