NY biryar da midaxeleyî Lîbyayê bike

Duh piştî minaqeşeyên dûrûdirêj Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku di dema pêwîst de Neteweyên Yekbûyî midaxeleyeka eskerï bibe ser Lîbyayê.

2011-03-18 12:28:04


Duh piştî minaqeşeyên dûrûdirêj Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku di dema pêwîst de Neteweyên Yekbûyî midaxeleyeka eskerï bibe ser Lîbyayê.

Duh ev biryar di şertekî wiha de hat derxistin ku Qeddafî tahdîd diweşand ku ew ê îşev (şeva derbasbûyî) têkevin bîngaziyê û xelkë sivîl ê Bîngaziyê jî gazî û hewar dikir ku midaxele bikin êrîşên hewayî yên rejima Qeddafî rawestînin.

Li gor biryarê dema pêwîst bê dîtin li ser navê Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina xelkê sivîl û deverên ku sivîl lê dijîn ê karibe midaxeleyeka eskerî bê kirin ser rejima Qedafî. 10 welatan dengê erê dan biryarê; Rusya, çîn, Hindistan, Almanya û Brezîlya bêdeng man.

Biryarê kêfxweşiyeka mezin da xelkê Bîngaziyê û bi fïşekên hewayî wan ev biryar pîroz kir.

Biryar ji bal Lubnan, Brîtanya û Fransayê pêşkêşî konseya NY bûbû. Fransayê ji nuha ve ragihand ku çend saet piştî biryarê ê hin hedefên li Lîbyayê bên bombarankirin. Tê ragihandin ku Brîtanya jî ê tevî vê êrîşa muhtemel bibe welatên ereb jî ê desteka lojîstîk bidin operasyonê.

Derûdorên dîplomatîk balkêş dibînin ku Amerîkaya ku heta saetên dawiyê jî dudil bû, de merhela dawîn de gelek bizivî û çalak bû. Wek tê zanîn Amerîakyê jî du keştiyên xwe yên şer ji Delavê Besrayê veguhstibû Deryaya sipî. Qenaet ew e ku orduya Amerîkayê jî ê di rojên pêş de tevî vê midaxeleyê bibe.

Biryar her wiha berpirsiyariyê dixe ser milê hemû welatan ku ew bi hevkariya sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li her derê Lîbyayê li ciyên ku sivîl lê dijîn bi şertê ku dagirkeriyeka eskerî neyê avakirin her awe tedbîrên pêwist werbigire. Biryar her wiha di vê çarçeweyê de ji welatên ereb dixwaze ku alîkariya van welatana bike.

Li ser vê rejima Qaddafî taktîkê xwe yê şer guhart, diyar kir ku ordu ê nekeve hundurê Bîngaziyê, ê dor lê bipêsçe û ablûqe bike. Rejim ê hêzên polîs û yên dijî terorê bişîne nav bajêr da "beyî ku zerarê bide sivîlan terorîstan bêtesîr bihêle".