Kolejên Qur'anê Vedibin

Sêyemin Koleja Qursa Qur’anê li Îzmîr’ê vebû. Malbat piştî betlaneyê, ji bo ku zarokên xwe fêrî Qur’anê bikin, dişînin qursan.

2012-06-25 16:24:02
Qursa Qur’anê ku dişibe dibistanekî taybet û dema ku tu ji deriyê derbasî hundir dibî, taybentmendiya wê hêj jî baş seh dikî. Hafizên Qur’anê polên 13 – 15 kesî pêk tên ve perwerdê dibînin.

Qurs, bi polên fireh, dîmena daristanê û bêhempa, di sala 1980an de hatiye avakirin û zêdetirî 3 hezar xwendekarên wê henin. Di qursê de Qur’an 24 saet tên xwendin û ew xwendin jî aramî û sekaniyekî dide hundirê merivan.

Qurs, ji aliyê mamosteyên Karên Dîyanetê ve tên dayîn û danê sibê saet 8 û nîvan dest pê dike. Di mufredatê qursê de xwendina Qur’anê, hifz, agahiyên olê yên bingehî û siyer tên hînî kirin. Xwendekar, ewilî komputirê xwe vedikin û li gelek caran, bi berguhkê xwe ve tiştên ku hifz dikin guhdarî dikin.

Piştî firavînê jî hin xwendekar radizin hin xwendakar jî ders dişixulin, an jî voleybol dileyîzin. Piştî nîvro jî disa dest bi perwerdehiyê dikin û bi etutan digihîjin êvarê. êvarê jî bi xwarina şîv û vexwarina çay dewam dikin û bi etudekê ku di wê de jî tiştên elimîne diceribînin û nimêja êşayê rojê diqedînin.

Xeynî van, di qursê de perwerdehiya musikê jî tên dayîn. Dersa musikê ji aliyê xebatkarên qonservaturê û bi hosteyî ve tên dayîn. Xwendekar saya vê jî him hînî Qur’anê, him jî musikî dibin û ne bi zor û zordariyê bi kêfxweşî û dildariyê hînî dibin.