Bijîşkiya malbatê li Diyarbekirê bi pirsgirêk e

Bijîşkiya malbatê ku 15ê Mijdarê li Diyarbekirê pratîze bû, bi pirsgirêk dest pê kir.

2010-12-31 18:50:19
Serokê Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê (DTO) Şemsettin Koç, da zanîn ku Sistema Agahdariya Bijîşkiya Malbatê (AHBS) ev mehek e naxebite û di sîstemê de xuya nake ka her bijîşkekê çend nexweş pê dikevin.

Li Diyarbekirê ev meh û nîv e, Sistema Bijîşkiya Malbatê dest pê kiriye, binkeyên tenduristiyê yên bajêr vegerandin Navendên Tenduristiya Malbatê (ASM). Pirsgirêkên derbarê pergalê de jî dest pê kirin.

Serokê DTOyê Şemsettin Koç, ji AKnewsê re daxuyand ku piştî ku dest bi Sîstema Bijîşkiya Malbatê kirine, li şûna pirsgirêkên tenduristiyê yên bijîşkên li ASMyan, bi arîşeyên klîma, elektrîk, av û boyaxê ve mijûl bûne.

Koç, bal kişand ku bijîşkên di serwîsên hawarê yên nexweşxaneyê de dixebitin çûne bijîşkiya malbatê û got, di serwîsa hawarê de bijîşkên biyokimya, patolojî, çav, guh û qirikê hatine peywirdarkirin.

Koç, aşkere kir ku nifûsa Diyarbekirê gelek jê ji deverên çiyayî hatine û got, heke derzîlêdan, pêçûna ducaniyê û xizmetên tenduristiyên werin gîrokirin, fikar heye ku nexweşiyên têger, xwedêdanên seqet û mirin pêr bên.

(AKnews)