Demirtaş: Em nahêlîn Tirkîye perçe bibe

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahaddin Demirtaş li ser nirxandinên MGK’yê (Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirk) bersiv da û got : Endamên MGK welatê me perçe bike jî emê nehêlîn Tirkiye perçe bibe.

2010-12-30 23:41:51
Hevserokê BDP’ê Selahaddin Demirtaş di kongreya BDP ya bajarê Amedê de axifîye û da zanîn ku ‘’ Endamên Lijneya Ewlekariya Netewî (MGK) ger dest bi perçekirina Tirkiyeyê bikin emê destûr nedin û nehelîn ku Tirkiye perçe bibe.

Di kongreyê de Alayê Tirkiye hatîbû deliqandin û Demirtaş jî li ber alayê Tirkan axifiye. Demirtaş id derbarê serlêdana Serok Komarê Tirkiye Abdullah Gulê de got : Hûn tên Amedê stranên Kurdî gohdar dikin. Başe, lê piştî 20 salan hûnê kesekî nebînin ku Kurdî biaxifin. Bi projeyên xwe behsa wan tiştan jî bikin.