Çar firokeyên Tirkiyê Qendîl bombebaran kirin

Şeva din 4 firokeyên şer ên Tirkiyê qasî saet û nîvekê Qendîl bombebaran kirin. Li gor zanyariyên despêkê ti ziyanek çênebûye.

2012-06-27 17:22:49
Berpirsê peywendiyên derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li qontara çiyayê Qendîl ji Rûdawê re got: “Şeva din 4 firokeyên Tirkiyê navçeyên Şehîd Harûn û gundê Qeletûka yên qontara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.”

Roj Wilat diyar kir ku bombaranê ji saet 22.00 heta 23.30an dom kir û di encamê de ti zerer û ziyan çênebûye.