Rojîn: Jiyana min li ser du zimanan ava bûye

Li Tirkiyeyê, hunermenda Kurd Rojîn, diyar kir, di dema borî de, wê ji ber ku stranên kurd digot “şîrê zikmakî di pozê wê re avêt”. Rojîn, got, jiyana wê li ser du zimanan hatiye avakirin.

2010-12-31 21:00:13
Rojîn, bi awayekî zindî beşdarî bernameya Star Radyo ya li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bû û derbarê serdana Serokomar Abdullah Gul bo Diyarbekirê û albuma xwe ya dawî daxuyanî da.

Rojînê, serdana Gul bo Diyarbekirê weke “pêşhatek baş” nirxand û diyar kir, vê serdanê hinek tabû şikand. Rojînê, wiha axivî:

“Divê hemû li hev werin, bi hev re baxivin, pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Ligel ku hinek dadgeh dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’, li welatê me hinek tişt tên guhertin. Dîtina vê yekê pir xweş e.  Me hêvî nedikir tiştên wiha bibin. Guhertin heye û hinek tabû tên şikandin.”

Rojînê, diyar kir, jiyana wê li ser du zimanan ava bûye û derbarê zextên ku ji ber gotina stranên kurdî dîtiye, wiha axivî:

“Mixabin, beriya niha gotina stranan bi zimanê dayikê nedihat tehemulkirin. Lê niha hinek tişt tên guhertin. Dema min bi kurdî stran digot, bi rastî şîrê zikmakî pozê min de davêt. Gelek caran hatim darizandin, min lêdan xwar û ji ber lêdanê pozê min şikest. 10 rojan ez hatim girtim. Min jiyana xwe li ser du zimanan ava kiriye.”