Emê Welatê Xwe Jinûve Ava Bikin

Serokwezîrê Japon Naoto Kan îro Înîyê ji gelê Japon re got, ew dê Japonyayê careke din û jinûve ava bikin.

2011-03-20 10:30:49


Serokwezîrê Japon Naoto Kan îro Înîyê ji gelê Japon re got, ew dê Japonyayê careke din û jinûve ava bikin.

Birêz Kan got, erdhej, tsunami û krîza navokî ezmûneke girîng bû jibo gelê Japon lê ew dê bi hevre dawî li vê malweranîyê bînin û careke din rabin ser pîyan.

Îro Înîyê li Japonya 1 deqqe bêdengîya rezgirtinê hebû piştî erdhej û tsunamiya weranker ku zêdeyî 6.400 kes hatibûn kuştin. Her wiha, nêzîkî 10.000 kesên din jî hîn jî hinda ne.

Hikûmeta Japonî îro hejmara zêdebûyî yên qûrbanîyan ragihand di demeke de ku tîmên avakirinê bizavên xwe yên tamîr kirina rêkan didomînin û dilxwaz jî xwarin, av, batanî û derman didine xelkê mexdur.

Serokwezîrê Japon Naoto Kan di gotara xwe ya bo gelê Japonî de sersaxî ji qûrbanîyan re xwest û got, ev ne dema reşbînîyê ye. Wî bang li gelê Japon kir ku bi hevre bixebitin û welêt jinûve ava bikin