Mehmet Masum Suer 3 xelat wergirt
Wênekêşê kurd Mehmet Masum Suer ji aliyê Kovara navnetewî Light and Composition-ê ve hat xelatkirin.
Wênekêş û rojnamevan Mehmet Masum Suer, ji 30 salî zêdetire li Amed’ê dijî. Suer, di navbera sala 1976-1997’an de di hinek ajans û rojnameya da weke nuçegîhan, nivîskar û redaktor xebitî. Di sala 1981’ê di li Amedê bi navê Olay’ê (Bûyer) rojname û kovarek hefteyî weşand. Suer, di salên dawî de li ser dîrok û çandê lêkolînan dike û weke belge bi awayekî profesyonelî wêneyan dikêşîne. Wêneyên wî di kovar û rojnameyan de tên weşandin û di salname, qartpostal û rêberên turizmê de cîh digrin. Suer’ê ku di heman demê de nûnerê kovara PhotoWorldê yê Amedê jî bi awayekî azad rojnamevanîyê jî dike. Suer, dibêje, bi wêneyên xwe bi taybetî dixwaze ku cîh, avahî û berhemen dîrokî û çandî bide nasandin û hêzkirin.
Mehmet Masum Suer, di heman demê de xwedîyê malpera http://www.hasankeyf.itgo.com ‘ê ya ku malpera di derbarê Heskêfê de ya herî kevn û mezin e. Ev malper ev 15 salê Heskêfê bi cîhanê didenasîn. Hunermend Suer, de meha gulanê de li Êlihê pêşangeha xwe ya yekemîn vekir û ji ber xabetên xwe ji alîyê Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemir û Komela Çandê û Turîzmê ya Elihê ve bi plaketê hatiye xelat kirin.
Hun dikarin ji lînka jêr bi wêneyên Mehmet masum Suerî derên sefereke ji Amedê heta Eskîfê
photo.net/photos/diyarbakir