Japonya Spasîya alîkarîya navnetewî dike

Balyozê Japon yê li Washingtonê Ichiro Fujisaki spasîya Amerîka û welatên din kir, jibo pêşnîyara wan ya alîkarîyê.

2011-03-16 17:15:55


Balyoz Fujisaki roja Yekşemê ji radyoya civakî ya Amerîkî re got, jibo wan tiştê herî girîng ev e ku pirtir kes werine rizgar kirin, di demeke de ku hejmara mirîyan zêdetir dibe.

Birêz Fujisaki got, karbidest xebatê dikin ku rê li ber qazayên navokî bigirin.

Ofîsa ragihandinê ya Serok Barack Obama jî daxuyanîyek weşand jibo piştgirîya gelê japonê. Daxuyanî got, Ajansa Pêşvebirina Navnetewî ya Amerîka (USAID) karê xwe didomîne ku planên hikûmetê amade birîve bibe.

Balyozê Amerîkî li Japonyayê john Roos jî rewşa tengavî ragihand û rê li ber Ajansa Pêşvebirina Navnetewî ya Amerîka (USAID) vebû ku 100.000 dolar alîkarî bişîne wî welatî.

Her wiha, gemîya firokhilgir ya Amerîkî USS Ronald Reagon jî bona alîkarî gehişte berava Japonyayê.

Tê ragihandin, gelek tîmên hawarçûnê û alîkarîyên mirovahîyê digehijine Japonyayê.

Japonyayê di çend reaktorên xwe yên navokî de rewşa awarte ragihandiye.