Budceya Tirkiyeyê 312.5 mîlyar lîra ye

Budceya 2011ê ya Tirkiyeyê ku 312.5 mîlyar lîra ye duhî şev di Parlamentoya Tirkiyeyê de hate pesendkirin.

2010-12-27 22:15:10
Parlamentoya Tirkiyeyê, duhî gotûbêj li ser Reşnivîsa Yasaya Budceyê ya Birêveberiya Navendî ya 2011ê kir û piştî axaftin û nîqaşên li ser wê deng li ser budceyê hate dayîn.

Di dengdanê ku ji aliyê televîzyona TRTyê ve bi zindî hate weşandin de,  450 parlamenter amade bûn û budce li hember 118 dengên nexêr bi 332 dengên erê hate pesendkirin.

Li gor yasaya budceya 2011ê ya Tirkiyeyê,  lêçûnên 2011ê 312.5 mîlyar lîra û lêçûnên li derveyî faîzê jî 265 mîlyar lîra ye.

Li gor budceya Tirkiyeyê, mûçeya herî kêm a fermanberan 532 hezar lîra û mûçeya kêmzêde ya fermanberan jî 793 hezar lîra ye.