Atalay: Dewletê gelê herêmê êşand

Wezîrê Hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay, derbarê nîqaşên projeya “duzimanî” û “xweseriya demokratîk” de ku ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatiye pêşkêşkirin, tûj axivî û diyar kir, bi vê yekê dixwazin pêvajoya pêşîvekirina demokratîk têk bidin. Atalay, got, pêkhatina duzimanî û xweseriyê ne mumkin e, lê belê dewletê jî kurd êşandin.

2010-12-31 22:15:26
Li gorî nûçeya CHAyê, Wezîrê Hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay, li Navenda Çandê ya Canik a bajarê Samsunê, derbarê pirsgirêka kurd û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê axivî û diyar kir, hinek naxwazin pirsgirêk bê çareserkirin, lê muxalefet jî vê yekê weke amûr di siyaseta hundir de bikar tîne.

Atalay, got, hinek alî bi tayebet “rêxistina terorê” naxwaze pirsgirêk bê çareserkirin û wiha axivî, “Ji ber ku heke pirsgirêk bên çareserkirin, zemînê ku istismar bikin namîne. Lê em hewl didin pirsgirêkan nehêlin. Hinek bazirganiya madeyên hişber dikin û hinek jî bazirganiya siyasî li ser pirsgirêkan dikin. Lê em weke desthilat AK Partiyê, rijd in pirsgirêkan çareser bikin.”

Beşir Atalay, di berdewamiya axatina xwe de, got, hikûmetên berê gelê herêma Rojhilat û Başûrêrojhilat êşandine û wiha domand:

“Ji ber wê jî, divê em gelê wê herêmê qezenc bikin. Ji bo vî jî, divê hemû sazî û partî bibin yek. Ji ber ku ev mijarên hestiyarî in, divê muxalefet vê yekê weke amareke di siyaseta hundir de bi kar neyîne.”

Wezîr Atalay, derbarê nîqaşên duzimanî û xweseriya demokratîkê de jî axivî û got, ev nîqaş bê wate ne û pêkhatine wê jî ne mumkin e. Atalay, wiha domand:

“Ev nîqaş tenê ji bo têkdana pêvajoyê tên kirin û tu wate û nirxa wan jî nîne. Pêkhatina duzimanî û xweseriyê li Tirkiyeyê ne mumkin e. Em ne dihêlin ala me bikeve nîqaşê, ne zimanê me yê fermî û ne jî yekparebûna dewlet û welêt.”