Li Şam û Halebê xwepêşandan hate sazkirin

Li Şama paytexta Sûriyeyê bi sedan welatî, bi daxwaza pêkanîna reformên demokratîk û berdana girtiyên siyasî, xwepêşandanek li dar xist.

2011-03-16 16:17:38

Duhî li Şamê bi sedanên welatiyên Sûriyeyê li banga grûpa bi navê “Şoreşa Sûriyeyê ya 2011ê ya li dijî Beşar Esad” ku bi rêya Facebookê hatiye pêkanîn, xwepêşandanek saz kir.

Li gor nûçeya  Associated Pressê, xwepêşandan duhî piştî nimêja nîvroyê dest pê kir. Xwepêşanderan paşî berê xwe dan kolanên nav Şamê.

Li gor vîdeoyeke di Malpera YouTubeyê de, bi sedan xwepêşanderên sûrî bi durişma “azadî”, xwestin reformên demokratîk bên pêkanîn û girtiyên siyasî bên berdan.

Hêzên ewlekariyê 6 kes binçav kirin lê mudaxaleya xwepêşanderên din nekirin.

Îro jî li Şamê himareke xwepêşander daketin kolanan û digel bilindkirina durişmên li dijî desthilata Sûriyeyê, daxwaza pêkanîna reforman kir.

Piştî bidawîhatina vê xwepêşandanê jî alîgirên desthilata Sûriyeyê xwepêşandanek saz kir û tê de piştgiriya xwe bo desthilata Beşar Esad derbirîn.

Duhî li mezintirîn bajarê duyê yê Sûriyeyê Halebê jî xwepêşandanek hate sazkirin û polîsan êrîş birin ser xwepêşandanê û di encamê de gelek kes hatin binçavkirin.

Meha borî jî hewla pêkanîna xwepêşandaneke wek ya duhî hatibû dayîn lê bi ser neketibû.

Li 12ê adarê kurdên Sûriyeyê bi boneya salvegera Komkujiya Qamişloyê xwepêşandanek pêk anîbû. 10 hezar kurdên Sûriyeyê bang li Rejîma Sûriyeyê kiribûn ku dawî li polîtîkayên xwe yên serkutkar bîne.