Kuştinên Kiryar Nediyar

Îfadeya 37 serbazan hat girtin...

2012-06-28 00:35:43
li Navçeya Kulp a Diyarbekirê 21 sal beriya niha 7 welatî hatibûn kuştin. Bi hewlên dozger ve dosyeya bûyerê ji nûve hat vekirin.
Di lêpirsîna ku ji nûve desst pê kir de, îfadeya 37 serbazan hat girtin.
Di salên 1990î de heyamek tarî û veşartî hatibû jiyîn.
Di salên 90î de gelek kuştinên kiryar ne diyar çêbibûn. Niha di derbarê zelal kirin û ronîkirina bûyeran de hin xebat dest pê kirin.
Dosyayên berê ji nûve hatin vekirin.
Bûyera li navçeya Kulpa Diyarbakirê ya ku têde 7 welatî hatibûn kuştin, ji nûve tê lêpirsîn kirin.
Digel hemî hewlên wazîfedarên darazê, ji bo lêpirsînê destûr nehatibû dayîn. Niha bi hewlên dozgerê Kulpê bûyer ji nûve tê lêkolîn kirin.
Li ser daxwaznameyên hemwelatiyan, dosye cardin vebû. i.
Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 37 eskerên ku berê li wê derê wazîfe kirine, hatin girtin.
Pêşî li Kulpê dê dozname were amadekirin, piştre jî dosyeyê dê bişînin serdozgeriya Diyarbekirê ya xwedî rayeya taybet.
Di sala 1991an de di cinazeyên endamên rêxistinê de li ser girseyê gulê hatibû reşandin û 7 welatî hatibûn kuştin