Xwepêşander daxwaza hilweşandina hikûmeta dikin

Bi hezaran xwepêşander li paytexta Ermenistanê daxwaza hilweşandina hikûmetê, hilbijartinên pêşwext û azad kirina girtîyên sîyasî dikin.

2011-03-18 11:32:12


Bi hezaran xwepêşander li paytexta Ermenistanê daxwaza hilweşandina hikûmetê, hilbijartinên pêşwext û azad kirina girtîyên sîyasî dikin.

Dijberên serok Serz Sarkisyan roja Pêncşembî li meydana serekî ya Êrîvanê kom bûn.

Xwepêşander, hikûmetê bi gendelî xetabar dikin.

Seorkê berê yê Ermenistanê, Levon Ter-Petrosian, gotarek pêşkeşî xwepêşanderan kir û daxwaza guherînê kir li Ermenistanê.

Ter-Petrosian got ku jêderê xwepêşandana Ermenistanê, serhildana welatên Ereb e, belê wî got ku her guherînkarîyeka hikûmetê li Ermenistanê bi rêyên aştî dibe.