Hemû dozên Burkay rabûn, ew dikare vegere

Kemal Burkay beşdarî bernameya Canli Gaste ya NTV’yê bibû û gotibû ku ew dixwaze vegere. Lê belê Burkay berdewam kiribû ku niyeta baş a Serokwezîr, ji bo vegera wî têre nake û ew ji pêvajoya vebûna demokratîk jî ne bihêvî ye..

2011-03-16 15:58:06

Derbarê lêpirsîna Kemal Burkay ya beriya 37 salan de, biryara bêtaqîbatê/neşopandinê derket.
 
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bangawazî li rewşenbîr û siyasetmedarê kurd Kemal Burkayê ku ji sala 1980’yî ve li derveyî welat e kiribû û wiha gotibû; “deriyê me jê re vekiriye”
 
Îro derbarê lêpirsîna 37 salan a Kemal Burkay de biryara bêtaqîbatê/neşopandinê hate dayîn. Bi vî awayî derbarê vegera wî ya bo welat de tu kêşe neman.
 
Kemal Burkay beşdarî bernameya Canli Gaste ya NTV’yê bibû û gotibû ku ew dixwaze vegere. Lê belê Burkay berdewam kiribû ku niyeta baş a Serokwezîr, ji bo vegera wî têre nake û ew ji pêvajoya vebûna demokratîk jî ne bihêvî ye.
 
Her wiha Burkay beşdarî bernameya Banu Guvenê ya bi navê Arti’yê jî bibû û diyar kiribû ku tekane muxetabê Kêşeya Kurd Abdullah Ocalan nîne. Burkay di wê bernameyê de jî gotibû ku ew dixwaze vegere.