Kurd Sersala Xwe Pîroz Dikin

Bi sed hezaran Kurdên Tirkîyê Sersala Nû, Newrozê pîroz dikin. Ev pîrozbahî bûyerên herî girîng yên Kurdan in û li salên berê destûr nedihate dayîn ku pîrozbahî werine kirin. Peyamhinêrê Dengê Amerîka Dorian Jones ji Stenbolê ev raport şandiye û hevkarê me Robîn Reşvan jî raberî we dike.

2011-03-22 11:05:39

 
Nêzîkî hefteyek e pîrozbahîyên Sersala Nû, Newrozê ji alîyê Kurdan ve li seranser welêt tê pîroz kirin. Mîhrîcanên Newrozê bi muzîk, govend û her wiha bi reqsên li ser agirê têne kirin û Newroz anku 21’ê Adarê dawîbûna sala kevn û destpêbûna sana nû temsîl dike.

Roja Yekşemê li Stenbolê bi sed hezaran Kurd di bin pêşengîya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) de Newroz pîroz kir û her wiha hêza xwe ya sîyasî jî nîşan da berî hilbijartinên giştî.

Serokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya Newrozê de got, hilbijartinê meha Hezîranê  jibo wan gelek girîng e.

Divê hikûmet bêtir bi berpirsane tevbigere. Hikûmet di xemê da ye ku BDP wê hîn kûrsîyên AKP’yê ji destê wan bistîne. Hilbijartinên 2011’ê jibo gelê Kurd xwedîyê girîngîyeke  dîrokî ye.

Çavderên sîyasî dibêjin, tevlîbûna xûrt ya Newroza îsal nîşaneya wê yekê ye ku hêza BDP’ê jinûve xûrtir dibe.

Li nav çend salên borî partîya Kurdan li hember AKP’yê têkçûneke mezin borandibû.

Dengên Kurdan jibo Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan pir girîng e ku 2 ji 3 piranîya parlemanê wergire da ku armanca xwe ya serekî, anku qanûneneke nû ya bingehîn amade bike.

Di hilbijartinên de hevrikîya navbêra BDP’ê û AKPê li başûra rojhilata Tirkîyê jî, ku piranîya rûniştîya wê Kurd in, xwane dibe.

Di pîrozbahîyên Newrozê ku li 20’ê Adarê li seranser herêmê hate kirin de, gelek pevçûn derketin. Hinek jî pevçûnên herî xirab, li bajarê herî mezin yê heremê, li Dîyarbekirê piştî dawîbûna pîrozbahîyê qewimîn. Gelek kes hatine binçav kirin û polîs li hember xwenîşanderan gazên rondikrêj û guleyên plastîk bikar anîn.

Ji rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan (Human Rights Watch) Emma Sinclair Webb dibêje, hêzên ewlekarîyê bi pileyeke zêdebûyî reftarên pir tund û req li hember xwenîşanderên aştîxwaz nîşan didin.

Xwenîşanderên sîvîl hene, mirovên ji rêzê ku jibo xwepêşandanê derdikevin sûk û kolanan û tenê jiber tevlîbûnên xwe yên di wan xwepêşandanan de wekî mîlîtanên çekdar têne ceza kirin.

Demek zûtir ya vê mehê 5 xwendkarên Kurd bi giştî 57 sal cezayê zindanê xwarin jiber boykot kirina dersan li hember mirina 2 hevalên xwe ki ji alîyê polîsan ve hatibûn kuştin.

Hikûm li wan 5 xwendekar hatine birîn bi sedema ku wan sûcên xwe bi navê Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK’ê pêk anîne ku ji sala 1984’an vir ve jibo berfirehtir mafên Kurdan şer dike.

Qanûnên dij-terorê yên heman rengî jibo darizandina endamên BDP’ê jî têne bikar anîn ku heta niha 1600 kes hatine binçav û desteser kirin. Rêvebirên BDP’ê dibêjin, armanca giwaştin û zextên li hember wan lawaz kirina partîya wan e, berî hilbijartinên giştî yên Hazîranê.

Lê, hikûmet îdîayên wî rengî red dike û dibêje, sîstema dadwerîyê azad e û dozen heyî jiber sedemê ku bajervanîyên BDP’ê alîkarîya diravî vediguhezînin rêxistinên terorîst.

Yekîtîya Ewrupa jî di raporta xwe ya salanê de qala wan zext û giwaştinan dike û xembarîya xwe dîyar dike. Endamê Parlemana Ewrupî Richard Howitt ku di komîsyiona Tirkîyê de cîh digire û rewşa welêt ji nêzîk ve dişopîne dibêje:

1600 kes hatine binçav kirin û 150 kes hatine darizandin û ji min re hate gotin ku 7500 rûpel îdîaname heye lê tenê carek jî behsa çek û sîlah û her wiha, tund û tûjî nayê kirin. Ev jî nîşanî me dide ku li hember sîyasetvanên Kurd dadgehên sîyasî têne birêve birin.

Qûnciknîvîsa sîyasî Nuray Mert dibêje, zext û zordarîyên dijî BDP’ê, bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî bandoreke baş li ser dengdêrên tundrê yên neteweperwer dike û ew çaverê dike ku Serokwezîr Erdogan helwesta xwe ya dijî BDP’ê hîn jî tund û reqtir bike.

Erdogan dê hîn pêngavan bavêje ku dilê dengdêrên tundrê yên neteweperwer xweş bike û her wiha ji bîra giştî re bêje ku PKK rêxistineke terorîst e û BDP jî alava wê ya sîyasî ye.

Çavdêr dibêjin, pîrozbahîyên Newrozê destpêbûneke xûrt ya kempeyna hilbijartinan ya BDP’ê bû. Lê, tund û tûjîyên Newrozê her wiha nîşaneya girjî û alozîyên sîyasî ye ku tê çaverê kirin di rojên pêş de hîn jî zêde bin.