'Çekdarên PKK-ê rê li ber me digirin'

Fermandarê Ordiya Sûriyeya Azad, Riyad Es’ed got hejmara eskerên kurd di nava ordiya wan de ji 25 eskeran ne zêdetir e û got: – PKK nahêle ko em li navçeyên rojavayê Kurdistanê çalak bin.

2012-06-26 09:06:40
Fermandarê Ordiya Sûriyeyê ya Azad Riyad Es’ed li Tirkiyeyê ji Rûdawê re got gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeyên rojavayê Kurdistanê li hemberî tevgerên wan yên leşkerî astengiyan dirûst dikin.

Riyad Es’ed red kir ko daxwaz ji kurdên rojavayê Kurdistanê kiribin ko bêne nav ordiya wan û got:

— Me bi rêya hinek kesan daxwaz ji leşker û efserên kurd ên ji ordiya Sûriyeyê cida bûne û çûne herêma Kurdistanê ko hêjmara wan derdora 300 kesî ye kiriye ko bên nava rêzên Ordiya Sûriyeyê ya Azad.

Riyad Es’ed di heqê bersiva wergirtine de jî got:

— Heta îro bersiva me nedane, lê bi baweriya me ew kes ji tirsa çekdarên PKK-ê newêrin wê rêyê bişopînin. Çekdarên PKK-ê rê nadin ko em li navçeyên kurdî tevbigerin. (Nefel)