Li Entabê şerê: 1 mirî, 8 birîndar

Li Tirkiyeyê, bajarê Entabê (Gaziantep), ji ber nelihevkirina erdê pevçûn derket û di encamê de 1 kes hate kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

2010-12-31 00:32:03
Li gorî nûçeya CHAyê, pevçûn, li mezraya Bekiroyan a ser bi navçeya Oguzeliyê rûda û di encamê de Halil Îbrahim Çakmak jiyana xwe ji dest da. 8 kesên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Di cihê bûyerê de 300 fîşek û 2 demançe hatin dîtin. Hate ragihandin ku cenderme ketin û derketina mezrayê girtine û derbarî bûyerê de lêpirsîn didome.